Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera edeneyê ya Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Elîf Dogan Tûrkmen li Girtîgehê, girtîyên Doza Cumhuriyetê dîtin û peyamên wan gihandin derve.
Girtiyên Doza Cumhuriyetê dê di 24ê Tîrmehê de bên dadkirin. Girtiyan gotin ew ne sûcdar in, ew ê xwe neparêzin lê ew ê pirsin ka çima ew girtî ne.
Tûrkmenê got:
“Ez wek kesek dadnas dizanim ka rewşa hûndir çawa ye. Em li wê derê ji siyasetê zêdetir li ser mijarên rojane axivîn. Min ji wan re got bêguman ev rojên tarî dê biborin.”
Kadrî Gûrselî diyar kiriye ku beşeka wê pêvajoyê ku kêr giha hestîyî girtina wan e. Piştî girtina Enîs Berberoglûyî Kemal Kiliçdaroglûyî gotibû kêr giha hestîyî.
Musa Kart: Ji ber ku me muxalefeta hikûmetê kir û wê tehemmil nekir em girtî ne. Lê belê em rojnamegerin û bêguman em ê wan tiştan binivîsin ku li gor me xelet in. Em ne sûcdar in, em ê bipirsin çima em girtî ne.
Ahmet Şik: Em jê neaciz in ku em muxalif in. Bi Meşa Edaletê asta mixalefetê bilind bû û divê nekeve.(EA/MB)