Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Deniz Yildirim, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Xozata Dêrsimê li Girtîgeha Elezîzê ya Tîpa 1ê bi koronavirusê (Covid-19) ketiye. Yildirim her weha bi penceşêrê ye û dermankirina wî ya kemoterapiyê nû bi dawî bûye. Rêviya zirav a Yildirimî li derve ye û bi vî awayî jiyana xwe dewam dike. Malbata Yildirimî bang kiriye û xwestiye ku hesasiyet ji bo rewşa Yildirimî were nîşandan.
Bîrsen Dogan Yildirim, hevjîna Yildirimî bi Gulcan Derelî, nûçegihana rojnameya Yeni Yaşamê re axiviye û gotiye ku hevjînê wê di 23yê Hezîranê de bi gumana koronavîrusê rakirine Nexweşxaneya Bajarî ya Fethî Sekinî. Yildirimê diyar kiriye ku ew bi saya xizmê girtiyekî din haya wan ji vê rewşê bûye.
Bîrsen Dogan Yildirimê gotiye ku wê hejvînê wê di 24ê Hezîranê de telefonî wan bikire lê telefon nekiriye: “Ez li bendî bûm ku telefon bike. Ji bo ku bizanibim bê ka çima telefon nekiriye ez min telefonî girtîgehê kir. Girtîgehê em ewiqandin, ti zanyarî nedan me.”
Doganê her weha destnîşan kiriye ku dema hevjînê wê bi penceşêrê ketiye dîsa zanyarî nedane wê.
“Du sal û nîvan îdianameya wî nehate amadekirin”
Dogan Yildirimê ji bo rewşa hevjînê xwe bang li civakê kiriye û gotiye ku bila hay ji rewşa wî hebin: “Em dixwazin herkes bibin dengê me. Em dixwazin demildest were tehliyekirin. Hevjînê min bi rastî jî bi mirinê re rû bi rû ye. Ne tenê ji bo hevjînê xwe dibêjim, em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan.”
Bîrsem Dogan Yildirimê her weha derbarê girtina hevjînê xwe de gotiye ku Deniz Yildirim di 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de ji ber doz lê hatiye vekirin hatiye girtin û ew şandine girtîgeha servekirî:
“Beriya ku li girtîgeha servekirî dema mayîna wî biqede bi mehekê ew cardin şandin girtîgeha sergirtî. Di 29ê Adara 2016an de tenê bi îfadeya kesekî, ew şandin girtîgeha sergirtî. Du sal û nîvan îdianameya wî nehate amadekirin. Ji ber ku îdianame nehat nivîsandin nehat dadgehkirin jî. Piştî îdianame hate nivîsandin, her gav dadgehkirina wî dihate taloqkirin. Ti delîl jî nebûn. Tenê îfadeya kesekî hebû. Lê wî jî îfadeya xwe bi şûn de kişand û gotibû îşkence li wî hatiye kirin û hêzên asayişe bi darê zorê kaxizek bi wî dane îmzekirin.”
Li ser malpera Change.org-ê kampanya hatiye destpêkirin
Ji bo Deniz Yildirimî li ser malpera Change.org-ê kampanyayek hatiye destpêkirin. Ji bo kampanyeya bi navê “Bibe dengê Deniz Yildirimî” bitikîne.
Hezar û 564 girtî nexweş in
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya 31ê Adara 2020an li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 564 girtî nexweş in. 590 ji wan bi nexweşiyên giran in. (HA/FD)