Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Girtiyê nexweş Mehmet Yildizbakan di girtîgeha Samandagê de duh destê sibê mir.
Derbarê bûyerê de Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Yildizbakanê 65 salî nexweşê dil bû û herwiha ji ber ku demeke direj e di girtîgehên ewlekariya wan zêde de maye hin nexweşiyên wî yên kronîk hebûn.
Li gorî daneyên İHDê li Tirkiyê di girtîgehan de 323ên giran bi giştî 905 girtiyên nexweş hene. Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ragihandibû ku di girtîgehan de ji sala 2009an heta Cotmeha 2016an 2 hezar û 300 kes mirine.
Hemû malbata Yildizbakan di girtîgehê de ne
Li gorî daxuyaniya İHDê wan berê jî gelek caran daxwaza berdana Yildizbakan kirine:
“Ji ber diyabetê êdî çavên wî baş neditît, ji ber ku 4 damarên dilê wî girtî bû di koma bi rîsk de dihate qebûlkirin û nekarîbû ameliyat biba.
“Ji ber pirsgirekên tenduristiyê 5 sal in me daxwaz dikir ku Yildizbakan bê berdan û herçiqas ku cezayê wî qediyabû jî ji ber giştînameyên kêfî yên Wezareta Dadê nedihat berdan.
“Du zarok, bûk û hevjîna Mehmet Yildizbakan jî di girtîgehê de ne ku dewletê ew bi darbestê berda.”
Termê Yildiz bakan ji bo binaxkirinê birin navçeya Dortyolê ya Hatayê.
(AS/FD)