Fotograf: MA
Girityê nexweş Tûrgay Denîzê 39 salî li girtîgehê miriye. Denîz bi nexweşiya jana zirav ketibû û navê wî di nava lîsteya girtiyên nexweş a ÎHDyê de bû.
Denîz li Girtîgeha Metrîsê girtîbû û piştî rewşa wî giran dibe, wî dibin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkuleyê. Lê ew nexweşxaneyê dimire.
Denîz ji Motkanê, navçeya Bedlîsê ye û di sala 2018an de hatiye girtin. Destpêkê wî birine Girtîgeha Tîpa Lyê Hejmara 1ê ya Maltepeyê. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sîngê ya Sureppayaşayî ya Stenbolê di rapora xwe de ji bo Denîzî diyar kiribû ku ew bi jana zirav e û ji ber vê jî kezeba wî ya aliyê çepê kar nake. Her weha destnîşan kiriye ku kezeba aliyê rastê jî xera bûye û divê bi tup jiyana xwe dewam bike. Digel vê rewşê jî Denîz nehatibû tehliyekirin.
Bixwîne-"Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"
Haya malbatê jê çênekirine
Denîz piştî salekê tehliye kirine lê di Sibata 2021ê de careke din girtine. Vê carê birine Girtîgeha Sîlîvriyê. Piştî 3 mehan ew şandien Girtîgeha Bandirmayê. Malbata wî daxwaz kiriye û ew ji wir şandine Girtîgeha Metrîsê. Denîzê ku rewşa wî meheke beriya niha xirab bûye, bêyî haya malbata wî jê çêbikin meheke beriya niha ew birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkûleyê.
Li vir ew emeliyat kirine û ji ber ku rewşa wî nebaş bûye, rêveberiya girtîgehê telefonî malbata Denîzî kiriye û gotine “biryara tehliyeyê ji bo Denîzî derketiye û ew li nexweşxaneyê tê dermankirin.”
Bawer Denîz, birayê Tûrgay Denîzî bi rojnameya Evrenselê re axiviye û gotiye ku bêyî haya wan jê çêbibe birayê wî birine nexweşxaneyê. Bawer Denîzî diyar kiriye ku piştî nexweşxaneyê gotiye, “şensê wî nîne” ji girtîgehê telefonî wan kirine û gotine, “Tûrgay Denîz li nexweşxaneyê ye. Me ew tehliye kir’. Em bi kêf çûn nexweşxaneyê, me digot qey em ê wî bînin malê, rewşa wî xirab bû, me nedizanî.”
Navê wî di lîsteya newxeşên rewşa wan giran de bû
Navê Tûrgay Denîzî di nava lîsteya nexweşên girtî yên rewşa wan giran de bû ku ev lîste ji 38 kesan pêk tê. Saziyên civaka sivîl, di 5ê Kanûna Paşiyê de li Enqereyê, serdana partiyên siyasî û saziyên sivîl kiribûn û lîste pêşkêşî wan kiribûn. Van saziyan daxwaz kiribûn ku ev 38 kes bila bi lez û bez tehliye bibin.
Herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) (14ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê) daxuyanî dabû û gotibû, “Li girtîgehên Tirkiyeyê 1605 girtiyên nexweş hene ji wan rewşa 604 girtiyan giran e.”
Her weha ji sala 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine.
Herî dawî di 29ê Kanûna Paşiyê de Mehmet Hanefî Bîlgînê 58 salî ku 30 sal in di girtîgehê de bû, miriye. 5 meh mabû Bîlgîn tehliye biba.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, têkildarî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê miriye daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Dede, bi bîr xistiye ku bi mirina Bîlgîn ê 30 sal in di girtîgehê de ye hejmara girtiyên di nava 3 mehan de mirine gihiştiye 8an. (FD)