Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, girtiyê nexweş piştî ku biryar hate dayîn ji nû ve were dadgehkirin, îro careke din derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Ozkanê ku ji sala 1993yan û vir ve girtî ye û li Girtîgeah Tîpa Dyê ya Amedê dimîne, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye. Dadgehkirina Ozkanî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hatiye. Yakûp Ataş û Tûgay Bek, parêzerên Ozkanî beşdarî dinişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji ber ku deng nediçû Ozkanî û axavtin fêm nedikir, wî nekarîbû parastina xwe bike. Li ser pirsa serokê heyeta dadgehê, gardiyanê ku li cem Ozkanî bû, gotiye, “We fêm nake û nabihîze.”
Parêzerên wî gotine ku tenduristiya Ozkanî nebaş e û daxwaza azadiya wî kirine. Heyeta dadgehê ji ber ku doza Licê li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bidawî nebûye, daxwaza parêzeran qebûl nekiriye.
Çi bûbû?
Ozkanê 83 salî 25 sal in girtî ye.
Bixwîne - "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be"
Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.
Bixwîne - "Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin"
Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.
Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.
Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.
Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.
Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”
Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. (FD)