Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş Nevzat Çapkinê ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T'yê ji ber nexweşiyê tehliye bûbû, li Amedê miriye. Çapkin ji ber nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
Cenazeyê Çapkinî piştî li Goristana Yenîkoyê hat şûştin li gundê Hecîreşê yê Farqînê bin ax kirine.
Nevzat 29 salan di girtîgehê de maye û di wê dema li girtîgehê de gelek pirtûk nivîsandine. Ji ber pençeşêra qirikê pê re hebû û nexweşiya wî giran bû demeke berê tehliye bûbû.
- Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD), 651 jî giran, li ser hev hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
(EMK/FD)