Girtî Abdulkadîr Kuday (52) ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiya giran jî nedihat berdan, vê sibê mir.
Li gorî nûçeya MAyê birayê Kuday, Salih Kuday da zanîn ku birayê wî di saetên serê sibehê de li girtîgehê miriye û ji bo wergirtina cenazeyî dê bi rê bikevin.
Girtiyê bi nexweşiya ALSyê ye di gel raporê jî tehliye nakin
Kuday, di sala 2014an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate girtin. Ji ewil birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Ji ber zexta raya giştî 4 sal piştre di sala 2021’ê de Kuday sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Li nexweşxaneyê ji ewil teşhîsa fitqa piştê hate kirin. Lê belê piştî êşên wî zêde bûn, dîsa birin nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketiye. Kuday, felc bû û êdî nedikariya bimeşe. Di 1’ê kanûna 2021’ê de jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû.
Berdana wî hat astengkirin
Nexweşxaneya behsa xeberê ji bo Kuday rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da. Lê belê di raporê de got; “Dikare di Girtîgeha bi Tîpa R’yê (Rehabîlîtasyon) de bimîne.” Li ser vê yekê jî di 12’ê çileya 2022’yê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Metrîsê hate kirin.
Rewşa Kuday a li vir hêj bêhtir giran bû. Lê tevî vê jî nehat taloqkirin. Di 20’ê tebaxê de rewşa Kuday girantir bû û rakirin Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê hate kirin. Kuday, bertek nîşanî neberdana xwe da û tedawî red kir. Li ser vê yekê dîsa birin girtîgehê.
Ji girtiyên nexweş Serdal Yildirim ku bi Kuday re dima, di 19ê Tebaxê de bişert hate tehliyekirin û daxwaza Kuday a dawî bi van gotinan vegotibû: “Ez dixwazim di rojên xwe yên dawî de li cem zarokên xwe, li cem malbata xwe bim.”
Parêzerên Kuday û parlamenterên DEM Partiyê di serî de Wezareta Dadê, di rojên berê de ji bo tehliyekirina Kuday serî li gelek cihan dabûn. Lê belê ev serlêdanên wan bêbersiv hatibûn hiştin.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDyê yên Nîsana 2022an, li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 651 girtiyên nexweş hene ku rewşa ji wan 1517an giran e.