Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş Behçet Kaplanê 31 salî miriye. Kaplan li Girtîgeha Tîpa Tya Xelata Bedlîsê girtîbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Girtiyê nexweş Behçet Kaplanê 31 salî ku di sala 2014an de bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ye” 15 sal ceza lê hatibû birîn. Kaplan duh êvarê li Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa Tyê mirine.
Cenazeya Kaplan di saetên şevê de ji aliye malbata wî ve hatiye girtin û malbatê cenaze biriye mizgefta ku li Kolana Karşiyakaya Bedlîsê.
Her weha cenazeya Kaplan li goristana heman kolanê hatiye definkirin.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)