Fotograf: MA
Girtiyê nexweş Bazo Yilmazê 67 salî, li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 2yê ya Rihayê miriye. Rayedaran duh bi şev telefonî malbata Yilmazî kiriye û zanyariya mirinê dane. Cenazeyê Yilmazê ji bo karûbarên otopsiyê birine morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yilmaz ji ber nexweşiya wî di 8ê Sibatê de birine Saziya Tiba Edlî. Lê saziyê gotibû ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”. Parêzeran li dijî vê raporê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û ev serlêdan jî nehatibû qebûlkirin. Yilmaz bi nexweşiya kezebê ya kronîk obstruktîf ango NKKOyê bû.
Gozel Serçe, xwuşka Mazo Yilmazê di 4ê Nhisana 2022yê de ji Ajansa Mezopotamyayê re behsa rewşa birayê xwe kiribû û gotibû ku “Bazo nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Nikare bêhna xwe bide û bistîne. Ger wê bimire jî bila ne li girtîgehê lê li malê bimire.”
Hevalên wî yên li girtîgehê di heman odeyê diman, roja 20ê Sibata 2022yê ji Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) re faksek nivîsandibûn û gotibûn ku ew bi nexweşiya astimê ye lê ew 25 rojan desteserkirî dimîne û di vê demê de nexweşiya wî bûye NKKO.
Li gorî daneyên ÎHDyê, li girtîgehan 651 jê bi nexweşiyên giran, bi kêmanî hezar û 517 nexweşên girtî hene.
Çi bûbû?
Bazo Yilmaz Şaredarê berê yê bajaroka Goganê û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê bû. Bi sedema ku endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e, di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin û girtin. Di sala 2018ê de jî bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” ew bi 9 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. (FD)