Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Yilmaz Dûrûk ê 57 salî bû û ji meha Nîsanê ya 2017yê û pê de li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa E ya Mersînê girti bû li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Mersînê mir.
Malbata Dûrûkî derbarê bûyerê de di 2yê Çiriya Paşiyê de serî li Komeleya di Pergala Girtîgehan de Civaka Sivîl / Navenda Xebatên Girtîgehan li Tirkiyeyê (CİSST/TCPS) daye.
Malbatê di serlêdana xwe de diyar kiriye ku enfeksiyona di diranê Dûrûkî de dest pê kiriye, başê li hemû laşê wî belav bûye, ji ber vê sedemê Duruk rakirine beşa nexweşiyên rewşa wan giran û doktoran ji wan re gotiye, “ji bo her ercamê amade bin”.
Piştî serlêdanê bi 15 rojan mejiyê Dûrûkî miriye.
Ji ber êşa diran meha adarê serî lê da ye
Li gorî zanyariyên ku malbatê daye CİSSTê, Dûrûk adara 2017yê hatiye girtin û ew şandine Bendîxaneya Girtî ya Tîpa E ya Mersînê.
Dûrûkî di heman mehê de ji ber êşa diranê xwe serî li doktorê girtîgehê daye. Piştî mehekê ew ji bendîxaneya girtî şandiye ya vekirî û di mehên Nîsan û Tebaxê de doktorê girtîgehê ew muayene kiriye.
Piştî girtinê bi 7 mehan, doktorê girtîgehe di 24ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de ji ber enfeksiyona di diranê wî de Dûrûk şandiye ji bo Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Torosê ya Mersînê.
Malbatê di serlêdana xwe ya CİSSTê de diyar kiriye ku girtî dema li nexweşxaneyê li bende dora xwe ya doktor bûye, ji hiş ve çûye û serûm lê xistine û ew şandine girtîgehê.
Meha Çiriya Pêşiyê ji ber enfeksiyonê ew şandine girtîgehê
Li gorî belgeya bi sernavê “Forma Zanyariyê û ya Muayeneyê ya Nexweş”î, Dûrûk di 26ê Çiriya Pêşiyê de “bilez” şandine Polîkilînîka Enfeksiyonê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê.
Di serlêdana ku CİSSTê ragihandiye de malbatê cî daye van zanyariyan:
“Li nexweşxaneyê piştî muayeneya yekem, bi şûn de hatiye şandin û rewşa wî girantir bûye, enfeksiyon li hemû laşê wî belav bûye. Piştî ku ew li nexweşxaneya zanîngehê dane razan, doktorên li vir ji me re gotin ku ji ber piştguhkirinê rewşa wî wiha giran bûye.
“Enfeksiyon ketiye nava xwîne, gurçikên wî nema kar dikin. Bêyî cîhaza hilmijê nikare jiyana xwe berdewam bike. Doktoran ji me re gotin, “xwe ji bo her tiştî amade bikin”.
Girtîgehê bersiva CİSTTê da, got ku “piştguhkirin nîne”
Ji CİSSTê Îdîl Aydinoglûyê ji bianetê re axivî û got ku derbarê bûyerê de 3yê Çiriya Paşiyê wan serî li saziyên pêwindîdar daye.
Girtîgeha Vekirî ya Mersînê di 14yê Çiriya Paşiyê de ji bo Dûrûkî bersiva CİSSTê daye û diyar kiriye ku “dermankirin û vekolîna hewce hatiye kirin û piştguhkirina girtîgehê nîne”.
Aydinoglûyê destnîşan kir ku hejmara şîkayetên ji Girtîgeha Vekirî ya Mersînê zêde bûne û ev agahî dan:
“Di rewşa asayî de divê 140 kes li girtîgeha vekirî bimînin. Lê niha 360 kes dimînin. Ji ber ku hejmar zêde bûye, ciyê girtiyan li qawîşan nîne û li atolyeyan dimînin. Ev rewşa qerebalix dihêle ku pirsgirêka paqijiyê jî derkeve û dema kesek nexweş dikeve ew nexweşî bandorê li ser herkesan dike.” (TP/FD)