Fotograf: Evrim Kepenek (bianet)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdûlkadîr Kûday, girtiyekî nexweş e û li Girtîgeha Tîpa Ryê ya Metrîsê tê girtin. Kuday bi nexweşiya ALSyê ye û li gorî raporan ji sedî 98 astengdar e. Nexweşiya wî giran bûye lê daxwaza parêzerên wî ya tehliyekirinê, nehatine qebûlkirin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altinê derbarê tenduristiya Kûdayî de pêşniyaznameyek daye Parlamentoyê û serî li Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan a Parlamentoyê daye.
Guneşê di daxwaznameya xwe gotiye ku bila Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan serdana Girtîgeha Tîpa Ryê ya Mertîsê bike û lêkolînê li wir bike. Her weha xwestiye ku ji bo dermankirina girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûdayî bil ez û bav gavê pêwîst biavêjin.
Guneşê di daxwaznameya xwe de gotiye:
“Abdûlkadîr Kûday di Sala 2014an de li Mêrdînê hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê. Paşê jî Kûday şandine Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tekîrdagê û li vir tenduristiya wî xirab bû.
Kûday nêzîkî 4 salan neşandin nexweşxaneyê lê piştî hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên mafparêz, ew şandine nexweşxaneyê. Di sala 2021an de jê re gotin ku bi nexweşiya fitqa piştê ye û di Hezîrana 2021yan de ji ber vê nexweşiyê ew emeliyat kirine. Piştî 3 mehan êşên wî dewam kirin, derket holê ku ew ne bi nexweşiya fitqa piştê ye.
Divê hinek alîkariya wî bikin
Piştî kontrolên nû derket holê ku ew bi nexweşiya ALSyê ye û beşek laşê wî felç bûye. Ji wê gavê û pê de nikarîbû bi tenê bijî, diviyabû ku hinek kes alîkariya wî bikin.
- ALS (amyotrofik lateral skleroza) ango nexweşiya noronên motor. Nexweşiyek e ku ji ber di pergala rehan a navendî, mejî û stûna mejî de şaneyên sinir ên motor (noronên motor) winda dimin pêk tê. Dema ev şande wenda dibin dibin sedema qelsî û mehîna masûlkeyan (atrofî). Di vê nexweşiyê de fonksiyonên derûnî û bîranîn saxlem dimînin.
Di Kanûna Paşiyê ya 2022yan de ew şandine Girtîgeha Tîpa Ryê (Rehabîlîtasyon) a Metrîsê. Liv ir hat dîtin ku ji ber mîdeya xwe jî nexweş e û piştî demekê Kûday ji dest û pêyan ketiye.
Ew û girtiyekî din ê nexweş bi hev re dimînin
Kûday bi Serdar Yildirim, girtiyekî din ê nexweşiya wî giran re li heman qawîşê dimîne. Rewşa Kûdayî her roja ku diçe xirabtir dibe. Yildirim jî mîna Kûdayî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatiye girtin û rapora wî jî heye ku ji sedî 98an astengdar e. Yildirim bi tenê dikare destên xwe bikar bîne û ew alîkariya Kûdayî dike. Daxwazên parêzeran ên ji bo bicihanîna cezayê Kûdayî bên taloqkirin, nehatine qebûlkirin.
Rapora wî heye lê serbest nakin
Di 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglûyî ya Tekîrdagê raporeke tenduristiyê amade kiriye û tê de gotiye ku rewşa Kûdayî ji bo mana di girtîgehê de ne guncav û divê ew şeş mehan serbest bibe.
Piştî vê raporê bi rojekê Kûdayî daxwaz kir ku wî bişînin girtîgeheke tîpa Ryê.
Lê Saziya Tiba Edlî gotiye ku ew dikare li girtîehê bimîne û xwestiye her ji sê mehan carekê raporeke tenduristiyê derbarê wî de amade bibe.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDyê yên Nîsana 2022an, li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku rewşa ji wan 651an giran e. Di sala 2022an de 76 kes di girtîgehan de mirine. 35 ji wan ji ber nexweşiyên xwe mirine.
(AS/FD)