Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mamoste Jiyan Ozturk nexweşa epilepsiyê ye û bi wî halê xwe yê nexweş 5 meh in girtî ye.
Parêzerê wê Raziye Turgut daxuyanî da bianet’ê û ragihand ku Jiyan Ozturk têra xwe nake û ji ber vê yekê nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û destnîşan kir ku divê demildest ew were tehliyekirin.
Parêzer Raziye Turgut wiha got: “Jiyan Ozturk nexweşa epilepsi ye û çiqas diçe rewşa wê xerabtir dibe. Şert nîn e ku Turgut bi awayekî girtî were darizandin. Dikarin wê tehliye bikin û bi wî awayî dîsa dadkirinê berdewam bikin.”
Mamoste Ozturk di 12ê Adarê de li Mêrdînê hatibû binçavkirin û dadgehê derbarê wê de bi îdiaya ‘endama rêxistina çekdarî ye” biryara girtinê dabû.
“Dermankirina pêwist li girtîgehê nayê kirin”
Parêzer Raziye Turgut ku duh bi muwekîlê xwe re li Girtîgeha Mêrdînê hevdîtin pêk aniye ragihand ku rewşa wê çiqas diçe xerabtir dibe, dermankirina pêwist li girtîgehê nayê kirin.
Parêzer Turgut wiha got: “Dema ez çûm hevdîtina wê, ji hal ketibû. Ji axavtin û laşê wê jî diyar bû ku gelek jar bûye û nikare bisivikî here were. Ji rakirina bardaxa avê jî gelek aciz bû. Zêdetir krîz derbas dikir. Tenê dema rewşa wê gelek giran dibe dibin nexweşxaneyê.”
Turgut ragihand ku dema Oztur krîz derbas dike herî kêm 2 rojan nikare ji cihê xwe rabe û wiha pê de çû: “Ji xeynî vê yekê her dem aliyeke rûyê wê ditevize. Dema ku di bin bijîşkê jî yan dozaja dermanê heyî zêdetir dike yan jî bi nezaniya xwe dermaneke din jê re dinivîse û bi wî awayî wê dişînîn.
“Tedbîr nîn e, îşkence ye”
Parêzer Turgut derbarê sûcên ku li Jiyan Ozturk tê barkirin de wiha got:
“Ew bi xwe jî nizane ka ji ber çi tê sûcdarkirin. Ji bo ku keseke were girtin divê ew kes ji ba xwe ve şertê tedbîr û hêjabûnê pêk bîne. Lêbelê him di warê dosyeyê de him jî ji giranbûna nexweşiya wê girtîbûna wê ne tedbîr e, êdî derketiye asta îşkecekirinê.
“Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne dawî li îşkencekirinê bîne.”
Parêzer Raziye Turgut herî dawî duh ji bo tehliyekirina Jiyan Ozturk daxwazname da dadgehê û li benda bersivê ye.
Li gorî daxuyaniya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) ya 19ê Tebaxê, li girtîgehên Tirkiyeyê de 926 girtiyên nexweş hene û rewşa 331 ji wan jî giran e.
(HY/YO)