Êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) yên li ser Venezuelayê û pêşketinên têkildarî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li New Yorkê hatin protestokirin. Xwepêşander li ber Navenda Desteserkirinê a Metropolitan a li Brooklynê, ku Maduro lê tê girtin, kom bûn û bertek nîşanî rêveberiya DYA dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di xwepêşandana ku bi saetan dom kir de, xwepêşanderan xwestin ku Amerîka ji axa Venezuelayê vekişe û Maduro serbest berde. Xwepêşanderan pankartên ku li ser "DYA ji Karayîban vekişe", "Ji bo petrolê xwîn tune" û "demildest bombebarankirina Venezuelayê rawestînin" nivîsandî hilgirtin.
Teşkilata Polîsan a New Yorkê (NYPD), di dema xwepêşandana li ber navenda desteserkirinê de tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Li Caracas, paytexta Venezuelayê, di saet 02:00ê sibehê de teqîn û dengên balafiran hatin bihîstin. Piştî van bûyeran, hikûmeta Venezuelayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hedefgirtina tesîsên sivîl û leşkerî li deverên cûda yên welêt tawanbar kir.
Çi bûbû?
Serokê DYAyê Donald Trump di 3ê Kanûna Paşîn de ragihand ku wan êrîşeke berfireh li ser Venezuelayê dane destpêkirin û Nicolas Maduro û hevjîna wî ji welêt hatine derxistin. Wezîrê Dadê yê DYAyê Pam Bondi aşkere kir ku giliyê Maduro û Cilia Floresê hatiye kirin ku Maduro bi sûcên terorîzma madeyên hişber, bazirganiya kokainê tê tawanbarkirin.
Hikûmeta Venezuelayê bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên Amerîkayê şermezar bikin. Hin welatan operasyon rexne kirin, hinekan jî di daxuyaniyên xwe de piştgiriya xwe ji bo Amerîkayê anîn ziman.
Maduro û hevjîna wî ji bo ku li DYAyê were darizandin, li Navenda Desteserkirinê a Metropolitan a li Brooklyn, navçeya New Yorkê tê ragirtin.
(EMK/AY)
