Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîla Agirîyê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Dirayet Dilan Taşdemirê pirsnameyek daye parlamentoyê û ji wezîrê dadê pirsiye çima “ji ber dîlanê jî girtî têne cezakirin?”
Wekîlê diyar kiriye ku li Girtîgeha Panosê ji ber ku girtîyan dîlan kiriye ceza li wan hatiye birîn. Herweha Taşdemirê eşkere kiriye ku birêvebiriyên girtîgehan bi rêbazên keyfane û li dijî mafên mirovan tev digerin.
“Li Girtîgeha Panosê mafên mirovan tên binpêkirin: Nexweş ji bo girtîgehan nayên şandin, destûr nayê dayin ku serê xwe bişûn, bi awayekê keyfane mafê wan ê hevdîtin û bitelefonêreaxiftinê tê astengkirin.”
Dirayet Dilan Taşdemirê daye zanîn ku ji beriya niho jî wan ji Wezareta Dadê û parlamentoyê re rewş diyar kiribû. Taşdemîrê ji wezîrê dadê Abdulhamid Gulî pirsiye ka piştî pirsnameyên wan ti kes ji bo kontrolkirinê ji bo girtîgehê hatine şandin an na.
Gelo ji bo dîlankirinê sûcekê qeydkirî heye an na?
(AS/MB)