Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ez nizanim ka nameya min ê bigihe we, an jî gelo dê kengê bigihe we lê ji bo tiştên hatîn serê me li nava van çar dîwaran nemîne ez bi berdewamî dinivîsim.”
Bixwîne - "Girtîgeh biryara dadgehê qebûl nake"
Yusuf Kenan Dinçerê ku li Girtîgeha Wanê girtî ye, bi van gotinan dest bi nivîsîna nameya xwe kiriye û ji bianetê re rêkiriye.
“Bijîşk nayên”
Dinçerî diyar kiriye ku li girtîgehê bijîşkekê/a daîmî tune ye. Bijîşk her roj naçin girtîgehê. Ew nikarin bigihin mafê xwe yê dermankirinê.
Wî diyar kiriye derman ji bo wan naçin. Wî dermanekê bi navê Apranax yê tabir daye hevalekê xwe li ser vê yekê girtîgehê ceza daye wî.
Dinçerî nivîsîye ku Girtîgeha Wanê ji bo kitêbekê diyar kiriye ku “ji ber ku bi şêweyê edebiyata sosyalîstan hatiye nivîsîn kitêb qedexe ye.” Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Wanê jî biryara girtîgehê pesend kiriye.
(AS/MB)