Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo girtîgeha ku li navçeya Dîvrîgî ya Sêwazê biryareke nû derketiye.
Li gorî nûçeya rojnameya Dîvrîgiyê, Wezareta Dadê biryar girtiye ku Girtîgeha Dîvrîgiyê ji bo 30 salan bidin Komeleya Hacî Bektaş Veliyî. Girtîgeh ji ber ku girtî nebûn, hatibû girtin. Komele wê avahiyê bike muzexane ku dê kelûpelên girtiyên li wir diman bên nîşandan û wê bike cemxane. Ji bo îhaleya avahiyê 22yê Tebaxê ya 2017ê civîn çêbûye û avahî dane komeleyê. Komeleyê dest bi xebatên nûkirinê kiriye.
Girtîgeha Dîvrîgiyê ji zû de ye vala bû. Komeleyê ji bo ku vê avahiyê bi dest bixe, dest bi kampanyaya alîkariyê kiribû û salên dirêj e ku xebatên nûkirina avahiyê dide kirin.
Wezareta Dadê sala 2007ê biryar girtibu ku girtîgehên şert û mercên wan ne guncavbin wê bên girtin. Li gorî vê biryarê Girtîgeha Tîpa K-1ê ya li Dîvrîgiyê jî di nav de li Sêwazê 4 girtîgeh wê bihatana girtin. Yên din Girtîgeha K-1ê ya li navçeyên Sûşehrî, Îmranli û Kangalê bûn.
Girtiyên li vir şandibûn Girtîgehên Tîpa K-2y3e ya li navçeya Şebînkarahîsarê ya Gîresûnê û ya Tîpa A-2yê ya li navçeya Şarkişlayê ya Sêwazê.
Dibe ku bibe mînak
Rojnameya Dîvrîgiyê bal kişandiye ser vê rewşê ku cara pêşiyê ye avahiyeke dewletê radestî saziyeke Elewiyan dikin û dinivîsîne ku ji bo mijarên bi vî awayî, dibe ku bibe mînak. (HK/FD)
Fotograf: Rojnameya Dîvrîgiyê, Yahya Kemal Bayar