DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
Giliyê Wezîr Soylû, Walî Şahîn û Qeymeqam Unluyî kirin
![Giliyê Wezîr Soylû, Walî Şahîn û Qeymeqam Unluyî kirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/200/662/original/dayiken.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ji ber ku di hefteya 700î ya çalakiya wan a li Qada Galatasarayê de êrîş li wan hatiye kirin, mafê wan ê xweîfadekirinê, civîn û xwenîşandanê hatine binpêkirin, giliyê hêzên asayişê, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Qaymeqamê Beyoglûyê Savaş Unluyî kirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxwazname pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê kirin.
Piştî ku daxwaznameyên xwe pêşkêş kirin, Dayikên/Mirovên Şemiyê û endamên İHDyê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Bitikîne - Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir
Gulseren Yolerî Serokê İHDya Stenbolê daxuyanî xwend û wiha got:
“Tiştê ku me kiriye çalakiya herî demdirêj a li Tirkiyeyê û piştî ya Dayikên Plaza de Mayoyê duyem çalakiya herî demdirêj e.
“Heta niha daxuyaniyên me û rûniştinên me yên li Galatasarayê nebûne li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê. Nebûne sedema dozekê. Li gorî vê, li wir ti sûcek nebûye. Em jî nizanin çi ferq di navbera hefteya 699ê û 700î de heye. Lê muxatabê me Erdogan e.”
Dayikên/Mirovên Şemiyê 25ê Tebaxê ji bo hefteya 700î xwestibûn li Qada Galatasarayê kom bibin. Li ser fermana Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî polîsan destûr nedabûn wan û êrîş biribûn ser wan. Di encamê de 47 kes hatibûn desteserkirin.
Bitikîne - Polîsan rêya Mirovên/Dayikên Şemiyê girtiye, ew dixwazin kom bibin
Dayikên/Mirovên Şemiyê û Komisyona Li Dijî Windayên Di Dema Desteserkirinê de ya Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) 1ê Îlonê bi daxuyaniyeke hevbeş gotin, "Em e di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin."
Lê bi fermana Wezîrê Navxweyî destûr nehatibû dayîn ku biçin Qada Galatasarayê. Hefteya 702yê jî ji hêla polîsan ve Dayikên/Mirovên Şemiyê hatibûn astengkirin. HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)