Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Amedê, giliyê dadger Gulsûm Akkoyunê li Lijneya Dozger û Dadgeran(HSK) kiriye. Polîsên ku di êrîşa DAIŞê ya li dijî mîtînga HDPê de ji ber îhmalkariyê dihatin dadkirin bi biryara wê dadgerê hatibûn beraetkirin.
Têkildarî êrişa ku di 5ê Hezîrana 2015an de li dijî mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatibû kirin derbarê 14 polîsan de bi tohmeta ku "wezîfeya xwe îhmal kirine" doz hatibû vekirin. Doz, bi biryara beraatê bi dawî bûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 5 kesên di teqînê de birîndar bibû û parêzerên wan Nadide Kûrûl û Zeynep Işikê bi Baroya Amedê re bi sedema ku Gulsûm Akkoyun Dadgera 14emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê "wezîfeya xwe îhmal kiriye û xirap bikaraniye” giliyê wê li Lijneya Dozger û Dadgeran(HSK) kiriye.
Çi bûbû?
Di 5ê Hezîrana 2015an de bi du bombeyên cûda li dijî mîtînga HDPê ya li Qada Îstasyona Amedê êriş pêk hatibû. Di encama êrişê de 5 kes miribûn û 210 kes jî birîndar bûbûn.

(AS/AY)