Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Tevgera Parastina Mîrateyên Çandî û Xwezayî yên Dêrsimê, dîyar kir ku di dema Rewşa Awarte de gelek caran daristan hatine şewitandin û gilîname da dadgehê.
Li ser navê tevgera navborî, Bariş Yildirimî gilîname daye. Yildirimî diyar kiriye ku tê zanîn di dema Rewşa awarte de gelek operasyon têne birêvebirin. Îhtimal heye ku sebeba şewata daristanan bikarînana çekên giran ên leşkerî ne. Ne hiqûqî ye ku digel ku bê zanîn agir dê derbikeve bombe bêne berdan.
‘’Parka neteweyî dişewite’’
Yildirimî eşkere kir ku li Parka Neteweyî ya Dola Munzûrê jî agir derdikeve û derketina agirî ne bi tenê zererê dide daristanan zererê li hemî ekolojiyê dike.
Yildirimî bi gilînameyê xwest hemî şahidên şewatê divê tiştên dizanin bibêjin û Midûriyeta Karên Daristanan a Dêrsimê hemî belgeyan kom bike.(NV/MB)