Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çawişê pispor ê bi navê A.K.P yê li Geverê bi wesayita xwe li bin guhê zarokê 5 salî Erdem Aşkanî xist û ew kuşt, bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Dozgerî jî Erdem sûcdar kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Omer Farûk Aşkan, parêzerê malbata Aşkanî bertek nîşan daye biryara dadgehê û gotiye; “Di zabitnameya diyarkirina bûyerê de zarok sûcdar kirine. Wicdan vî tiştî qebûl nake. Di vir de em dibînin ku ne zarokê ji ber dijayetiya rêziknameyên çûnûhatinê û sireta zêde miriye, lê çawişê pispor ê di dema bûyerê de pozê wî şikestiye, kirine mexdûrê esasî.”
Erdem Aşkan çawa mir?
Roja Pêncşemê wesayita ku çawişê pispor ê li Fermandariya Cendermeyan a Geverê wesîfedar ji Geverê, navçeya Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû. Wesayitê li bin guhê Erdem Aşkanê 5 salî xist. Aşkan bi qasî 50 metroyî pekiyaye. Çawişê pispor û kesên li derûdorê kom bûne, nîqaş kiriye û çawişî çeka xwe derxistiye û berê wê daye welatiyan. Paşê ji wir reviyaye.
Ekîbên lêkolîna cihên bûyerê û polîsên çûnûhatinê piştî lêkolîn kiriye, cenazeyê Aşkanî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Dewletê. Serdozgeriya Komarî ya Geverê lêpirsîn daye destpêkirin. Li gorî zanyariyan, çawişê pispor ê wesayit bikar dianî, li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê hatiye desteserkirin.
Erdal Aşkan, bavê Erdem Aşkanî ji bianetê re behsa bûyerê kir û got ku, “Çawişê pispor bi siret hatiye û li bin guhê kurê min Erdem xistiye ku li ber rê bû. Hevjîna min û zaroka/ê min a/ê din a/ê 6 salî jî li wir bûn, ew filitîne.”
Çawişê pispor piştî li emniyetê îfade daye, şandine dozgeriyê. Dozgeriyê li gorî zabitnameya li cihê bûyerê hatiye amadekirin, tevgeriyaye û gotiye ku zarok sûcdar e. Her weha daxwaz kiriye ku A.K.P bi şertê kontrola edlî bila serbest bibe û ew şandiye Dadwerî.
Dadweriya Aştî û Cezayî ya Geverê jî li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyaye û bi şertê ku heftê carekê îmzeyê biavêje ew serbest kiriye. (AEK/FD)