Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Geştên Trêna Bilez yên ku ji ber Covîd-19ê hatibû rawestandin, dîsan destpêkiriye.
Adîl Karaîsmaîloglu, Wezîrê Gihandinê yê Tirkiyeyê ragihandiye, ji îro pê ve ji bo sibê û evarê di navbera bajarên Enqere-Stenbol, Enqere-Eskîşehîr, Enqere- Konya û Konya-Stenbolê de dê geştek pêkwere. Wê her roj 16 geşt bê kirin.
Wezîrê Gihandinê yê Tirkiyeyê ragihandiye ku wan biryara destpêkirina geştên trênan daye û nirxên veguhestinê jî, kêm û zêde nebûne.
Adîl Karaîsmaîlogluyî diyar kiriye û gotiye ku di çarçoveya asayîkirina jiyana xelkê de, geştên trênan dê bi rêjeya %50î destpê bikin.
Li Tirkiyeyê weke destpêk, bi merasîmekê geştên di navbera Enqere û Stenbolê de hatine destpêkirin. (HA/AY/FD)