Gerok Mayê li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
Şaredariya Şemrexê bi kargeha Gerok Mayê li gundê Kesrikê şahiya çand û hunerê li dar xist.
![Gerok Mayê li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist](https://static.bianet.org/haber/2024/06/12/gerok-maye-li-semrexe-sahiya-zarokan-li-dar-xist.jpg)
Şaredariya Şemrexê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de bi beşdariya Gerok Mayê li gundê Kesrîkê yê bi ser naçveyê ve kargeha zarokan a çand û hunerê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek zarok beşdarî kargehê bûn. Tîma Gerok Ma’yê bi erbane û stranan li gund geriyan û zarokan li hev kom kirin.
Zarok jî bi kêfxweşî li gel tîma Gerok Ma’yê meşiyan û li qada gund civiyan. Ji zarokan re stran hatin gotin û kargeha boyaxkirinê hat lidarxistin. Şahî bi kêfxweşiya zarokan bi dawî bû.