Di erdhejên 6ê Sibatê de bi deh hezaran kesan can da û bi milyonan kes jî di bin bandora erdhejê de man. Beşeke ji van wan jî zarok in. Ji ber vê rewşê Zarok MA, MA Muzîk, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) hatin ba hev û ji bo zarokan koma bi navê Gerok MAyê ava kir. Van saziyên çand û hunerê berê xwe dan herêmên erdhejê û ji bo alîkariya zarokan bikin, dest bi xebatan kirin. Gerok MA bi rojan e ku li gelek cihên erdhej lê çêbûyî, xebatên xwe didomînin.
Derbarê xebatên Gerok MAyê de hunermend û dersdara Zarok MAyê Evîndar Dulekê bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
Gelek saziyên çand û hunerê di bin sîwana Gerok MAyê de ji bo zarokên li herêmên erdhejê hatin gel hevdû û berê xwe dan bajarên erdhejê. We çima pêdivî bi kargehên hunerî dît?
Di rojên erdhejê yên pêşî de gelek saziyên çand û hunerê di rojên pêşî de hatin gel hevdû û me ji bo xebatên alîkariyê berê xwe dabû bajarên erdhej lêçêbûyî. Mirov dikare bêje ku di vê pêvajoya alîkariyên ji aliyê saziyan ve dihatin kirin de herî zêde alîkariya ji bo bicihkirin û pêdiviyên sereke lêgerînek hebû. Di van pêvajoyên karesat çêdibin de bi gelemperî zarok tên paşgohkirin, pêdiviyên jinan tên paşgohkirin. Li ser vê bingehê me jî pêdivî bi vê yekê dît ku li bajarên erdhej lêçêbûyî, em ji bo zarokan bigerin de ku hinekî bi lîstîk, stran û xebatên hunerê ji bin bandora erdhejê derbikevin.
Hatina gel hevdû ya van hemû saziyên çand û hunerê bêguman girîng e ji bo xebateke bi vî rengî. Ji ber ku dema em bala xwe didine, li herêmên erdhejê gelek saziyên “qerase” jî hatin. Lê saziyên çand hunerê tune bûn. Lê hewce bû em li derûniya zarokên herêmên erdhejê jî bifikiryana. Li ser vê yekê piştî xebatên alîkariyê yên rojên pêşî, me biryar da ku em xebatên ji bo zarokan bidin meşandin. Em wek Zarok MAyê jî ji ber ku em bi zarokan re dixebitin, em hê bêhtir fam dikin ku li cihên erdhejê zarok çi hîs dikin, wê çawa tevbigerin. Bi piranî ji bo zarokan me ev yek da destpêkirin. Piştî vê biryarê dema em wek Gerok MAyê derketin qadê, me bi çavê xwe dît ku bê çiqas pêdiviya zarokan bi xebatên bi vî rengî heye. Jixwe em vê yekê di atolyeyên ku em bi zarokan re çê dikin re dibînin û hîs dikin.
“Gerok MA dê heta 2 salan ji bo zarokan li qadê be”
Ev çend roj in hun li herêmê ne, heta niha li kîjan bajaran we kargehên hunerî ji bo zarokan li dar xist û hunê heta çi wextî van xebatan bidomînin?
Destpêkê jixwe ji bo fizîbîlîteyekê hema bêjin em li hemû bajarên erdhej lê qewimî, geriyan. Ji bo Gerok MAyê jî me ji Mereş-Bazarcixê dest bi xebatên xwe kir. 3 rojan em li wir man û di van her sê rojan de me hewld da ku em li hemû cihan bi zarokan re xebatên xwe bimeşînin. Lê mixabin li gor derfetan tenê me dikarîbû li 6 gundan bi zarokan re bên gel hev. Her wiha me hewld da zarokên li çend gundan di kargehekê de bînin gel hevdû û jixwe piranî jî wisa derbas bûn. Piştî Bazarcixê em hatin Islahiye û Nûrdagi. Em niha li vir in. Hê 3-4 rojan li vir jî bimînin. Bi taybetî em li gundan diğerin. Ji ber ku li gundan xebatên bi vî rengî hema bêjin tune ne. Zêde ti kes berê xwe nade gundan. Piştî Nûrdagî em ê hewld bidin ku berê xwe bidin Hatay-Antakya yê.
Ev saziyên ku em di bin sîwana Gerok MAyê de hatin gel hevdû dê heta 2 salan bi nobedarî kargehên xwe yên çand û hunerê bi zarokên li herêma erdhejê re bidomîne. Ji ber navber nekeve xebatan dê her saziyeke bi nobedariyê were herêmê û kargehan bi zarokan re li dar bixe.
“Hewcedarî bi xebatên bi kurdî heye”
Li cihên ku hun diçinê nêzîkatiya zarokan ya li hember van xebatan çawa ye?
Yanî bi rastî jî carinan gotin, peyv têra hîsên mirov nake ku bîne ziman. Di çavê zarokan de jî xuya dike ku tu dibe qey bi salane li benda xebateke bi vî rengî ne. Ji hatina me ya serî heta destpêka Gerok MAyê tiştekî bala min kişand ku polîtîkayên asîmîlasyonê li van deran pir belav bûne û zarok ji çanda xwe pir dûr ketine. Gundên ku em diçûnê, bi piranî malbatan bi kurdî dizanîbûn; zarokan tenê fêm dikir. Her wiha têkiliyeke pir germ di navbera me û zarokan de çêbû. Di nava gundan de ji bo em zarokan kom bikin, me li def û darbûkayê dixist û zarok bi kêfxweşî û dilgermiyekê li dora me kom dibin.
Tişta din a herî balkêş jî ew e ku ji zarokan wêdetir, malbat jî eleqeyeke mezin ji xebatên me re nîşan didin û ew jî tev li kargehên me dibin. Bi ya min hewcedarî bi xebatên çand û hunera kurdî li van deran heye û divê em vê yekê bibînin. Ez dixwazim binê mijarê xêz bikim û bêjim ku gelên li vir ji çanda xwe pir dûr in û bi vê yekê ve girêdayî zarok jî zêde çanda xwe nas nakin. Gerok MAyê li ser zarokan bandoreke mezin jî hişt û dihêle. Zarok êdî li gundan li hêviya me disekinin. Ev demeke kurt e ku me destpê kiriye li tenê di van rojan de jî tişta derketî holê ew e ku em di bîra zarokan de wek bîranîn, cihekî baş digirin û bi hêviya ev bîranîn bibin tovê ku zarok li çand û hunera xwe xwedî derkevin.
Li herêmên erdhejê giringiya xebatên mîna yên hûn dikin çi ne?
Li cîhanê di karesatên xwezayî yên wek erdhejê de yên ku herî zêde di bin bandorê de dimînin û trawmayan dijîn zarok in. Wek mezinan naaxivin û hertim nayînin ziman. Lê diavêjin bin hişê xwe û jixwe ev jî ji bo pêşerojê xetereya herî mezin e ku bingeha trawmayê ava dike. Dema mezin bibin, bandora erdhejê hêdî hêdî di nav jiyana wan de dê xuya bike. Em jî jixwe ji bo ku erdhej zêde bandorê li zarokan neke û bandora erdhejê em li ser derûniya zarokan kêm bikin, li vir van xebatan dimeşînin. Mijar li vir ne perwerde ye. Ne ku îlehî em mûzîkê bi rêk û pêk hînî wan bikin. Em hewld didin ku bala wan a li ser erdhejê hinekî belav bikin. Biya min hewce ye her kes ji bo herêma erdhejê bikevin nav xebatên cûr bi cûr d ku ev bajar xwe bidin hevdû. Ev pêvajoyeke dirêj e û em wek sazî û komeleyên çand û hunerê çi ji destê bê em dikin û em ê bikin. (BK/FD)