Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê(FARC) û Hikûmeta Kolombiyayê, 51 sal bûn ku bi hev re şer dikirin. Herdu aliyan hev kirine ku gerîllayên ji 15 saliyê biçûktir dê çekên xwe danin û dewlet dê ti dozan li wan veneke.
Serokê Kolombiyayê, Juan Manuel Santos, ev agahî li Twîtterê belav kir. Santosî li Twîtterê nivîsîye: ‘’ Me li Hawanayê ji bo ku em zarokan ji şerî derbêxin hevpeymaneka dîrokî îmze kir.’’
Logramos histórico acuerdo en La Habana para sacar a los niños de la guerra #LaPazEsPosible
— Juan Manuel Santos (@JuanManSantos) May 15, 2016
Tê texmînkirin ku FARCê 7 hezar endam hene. FARCê gotiye ew bi giştî qebûl nake ku zarok bibin endamên wê lê tenê birêvebiriyê qebûl kiriye zarokên sêwî û zarokên di mala wan de tevgerên tûnd lê tê kirin bibin endamên wê.
FARCê li Sibata 2015ê daxuyandibû ku ew destûrê nade ku zarokên ji 17 saliyê biçûktir bibin endamên wê.
Farcê ji sala 2012ê û pê ve dest bi mûzkereyan kiribû. (ÇT/MB)