Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gera hevbeş a hêzên rûsan û tirkan li navçeyên sînorî yên bajarê Dirbêsiyê ji gundê Şêrikê dest pê kiriye.
Ajansa Anadolûyê aşkere kiriye ku gera hevbeş a her du hêzan îro dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya Rûdawê hêzên rûsan û tirkan bi qasî 8 kîlometreyan pêşde çûne û ew dewriye li gundê Qere Hesen wê bi dawî bibe.
Gera hevbeş a hêzên rûsan û tirkan, di çarçoveya rêkeftina 10 xalî ya navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk tê.
Li gorî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiye de, gerên hevbeş ên hêzên Rûsyê û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Rojavayê bi kûrahiya 10 kîlometreyan wê pêk bên.
Çi bûbû?
22yê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê Tirkiye û Rûsyayê li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkeftinek îmze kiribûn.
Rêkeftin ji 10 xalan pêk hatibû ku yek ji wan xalan vekişîna hêzên kurdan ji sînorê Tirkiyeyê bi kûrahiya 32 kîlometran bû.
Herwiha li gor rêkeftinê hêzên polîsên leşkerî yê Rûsyayê û pasevanên sînorî yên Sûriyê li ser sînor tên bicihkirin û li navçeyê bi kûrahiya 10 kîlometran jî dewriyeyên hevbeş ên tirkan û rûsan wê bigerin. (PT/FD)
Fotograf: AA