Gera hevbeş a duyem a hêzên leşkerî yên tirk û rûsan di navbera rojhilatê Kobanê û rojavayê Girê Spî de pêk hatiye û bidawî bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, navgînên bêmirov û wesayitên bizirx jî di dema gera duyem de li gel leşkerên tirk û rûsan de bûne.
Gera duyem bi qasî du saetan domandiye û piştî ger qediyaye leşkerên her du aliyan vegeriyane baregehên xwe.
Li gorî rojnamegerên li herêmê û dezgehên medyayê yên herêmî ragihandine, dema leşkerên tirk û rûsan li Kobanê digeriyan, niştecihan bertek nîşanî wan daye.
Gera hevbeş a hêzên rûsan û tirkan, di çarçoveya rêkeftina 10 xalî ya navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk tê.
Li gorî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiye de, gerên hevbeş ên hêzên Rûsyê û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Rojavayê bi kûrahiya 10 kîlometreyan wê pêk bên.
Çi bûbû?
22yê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê Tirkiye û Rûsyayê li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkeftinek îmze kiribûn.
Rêkeftin ji 10 xalan pêk hatibû ku yek ji wan xalan vekişîna hêzên kurdan ji sînorê Tirkiyeyê bi kûrahiya 32 kîlometran bû.
Herwiha li gor rêkeftinê hêzên polîsên leşkerî yê Rûsyayê û pasevanên sînorî yên Sûriyê li ser sînor tên bicihkirin û li navçeyê bi kûrahiya 10 kîlometran jî dewriyeyên hevbeş ên tirkan û rûsan wê bigerin. (FD)
Fotograf: AA