Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî ankera şîrketa Lêkolînê ya Metropollê, "ger vê yekşemê hilbijartin pêk bê" û dengên kesên hîna biryar nedane li ser partiyan were belavkirin, wê AKP ji sedî 33,8; CHP ji sedî 24,9; IYI Parti ji sedî 14,5; HDP ji sedî 11,4; MHP ji sedî 6,0ê dengan bidest bixin.
Li gorî van encamam, rêkevtina Desthilatê ango "Cumhur" wê li ser hev (AKP+MHP) ji sedî 39,8 dengan bidest bixe. Rêkevtina "Millet" (CHP+IYI Parti+Saadet) li ser hev ji sedî 39,4 dengan bidest dixe. Her weha HDP ji sedî 11,4ê dengan bidest bixe.
Bi van encaman re, ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019'an û vir ve dabeşkirina hêzê ya bingehîn nayê guhertin; Careke din tê dîtin ku îhtîmala guherîna radîkal a desthilatdariyê li ser vîna hilbijêrên HDPê dewam dike.(AEK/AY)