Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber hişkesaliyê, xetereyeke mezin li pêş Kortika Gola Wanê ye. Ev hişkesalî, herî dawî di dîmenên peyka Landsathe ya Ajansa Asmanî û Fezayê (NASA) ya DYAyê de jî diyar bû.
NASAyê dîmenên çar salên dawiyê yên di meha Kanûna Paşiyê de li Kortika Gola Wanê û derdora wê hatine girtin, weşandiye. Li gorî van dîmenan, rêjeya berfa li vir dibare, her diçe kêm dibe.
*Hişkesalî di dîmenên peykê de jî xuya dike
Alîkara Serokê Komeleya Parastin, Lêkolîn û Pêşdebirina Berhemên Xwezayî û Dîrokî yên Wanê (VAN ÇEVDER) Arzû Dînçer bersiva pirsên bianetê da. Dînçerî ji bo rewşa Gola Wanê ya ku di nava waniyan de weke "Behr"ê tê penasekirin, got: "Bi salan e ku ez li Wanê dijîm û rewşa berê ya behrê dizanim. Ji ber van dîmenan ez êşê dikişînim. Ew Gola Wanê ya di zaroktiya xwe de me bi heyranî lê temaşe dikir niha mixabin nîne."
Rewşa avzêlan jî ne baş e
Dînçerê diyar kir ku sedema herî mezin a zihabûna ava golê, krîza îklîmê û polîtîkayên şaş ên avdaniyê ne:
"Niha ji ber hişkesaliyê av ji hezar û 655 metroyî daketiye hezar û 653 metroyî. Ji bilî golê gelek avzêl jî hene ku av li wir jî bi paş de vedikişin. Çavkaniyên me yên avê, roj bi roj kêm dibin.
Dînçerê behsa taybetmendiyên Gola Wanê jî kir ku yek ji wan, rêya sûravêlkan an flamîngoyan e. Wê diyar kir ku xetereya hişkesaliyê li rêya sûravêlkan a di navbera Erdîş û Çelebîbagê de jî heye:
"Li çem û robarên me yên mîna Akgöl, Değirmigöl, Tuzgölü, Bendava Zernekê, Gola Sihkê, Bendava Karasu Sarımehmetî yên bi taybet santranên enerjiya hîdroelektrîkê (HES) li ser wan tên çêkirin, ji ber kêmbûna şiliyê, polîtîkayên şaş ên avdaniyê, germbûna gerdûnî, avdaniya erd û zeviyan, flora û faûnaya li ber devên çeman ji holê radibin."
Arzû Dînçerî bi van gotinan, xetereya li ser Gola Wanê diyar kir: "Ger tedbîr neyên wergirtin, wê tiştek bi navê Gola Wanê nemîne." (TY/FD)