2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê biryar da ku ger Ogun Samast beşdarî danişînê nebe wê derbarê wî de biryara zeftkirinê bê dayîn. Kujerê Hrant Dînk Ogun Samast piştî serbest bû derbarê wî de îdianameyekî nû hat amadekirin û îdianameya derbarê wî de dadgehê qebûl kiribû.
Samast bi tohmeta ku "Li ser navê rêxistina terorê ya çekdar sûc kiriye, tevî ku ne endamê wê ye", bi daxwaza 7 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê wê were darizandin.
Dadgehê biryar da ku ger beşdarî danişîna dozê nebe wê derbarê wî de biryara zeftkirinê bê dayîn. Her weha dadgehê biryar da ku ji bo beşdariya danişînê wê ji Samast re teblîgat were şandin.
Dadgehê gotiye ji ber ku Samast ji 18 salî mezintire, divê danişîna wî bi awayekî vekirî bê kirin.
Her weha dadgehê ji Baroya Stenbolê re nameyek nivîsandiye û ji baroyê xwestiye ku ji bo Samast parêzer bê tayînkirin.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.
(HA/AY)