Fotograf: AA
Ji bo George Floydê ku bi tundiya polêsan miribû, heta niha li 3 eyaletên cuda 3 merasim hatine lidarxistin. Herî dawî Houstonê, bajarê Texasê merasîmek hatiye pêk anîn û Floyd liv ir hatiye binaxkirin.
Îro cara dawîn li Houstonê li Dêra North Fountain of Praiseyê ji bo xizmên malbata Floydî merasimeke taybet birêve çûye û Floyd li Goristana Memorial Gardensê hatiye binaxkirin. Gora Larcenia Floyd, dêya George Floydî li vê goristanê ye.
Ji bo Floydî merasima cinaze ya pêşî roja pêncşemê li Mînneapolîsê pêk hatibû ku polîsan li wir Floyd kuştibûn.
Merasîma duyem roja şemiyê li eyaleta North Carolinayê pêk hatibû ku Floyd li vir jidayik bûye. Merasîma sêyem jî li Houstonê, welatê Floydî hatiye lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî hersê merasiman jî bûne, darbesta Floyd ziyaret kirine û rêz li ber girtine.
Çi bûbû?
Polêsan di 25ê Gulanê de li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê afro amerîkanî yê 46 salî desteser kiribûn. Polêsekî çoka xwe danîbû ser histûyê wî, Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe bidim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên wê kêliyê girtibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn. Ev rewş bûbû sedema bertekan.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê ew miribû.
Piştî wan dîmenan û li DYAyê tundiya polêsan a li dijî çermreşan, xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajarên din belav bibûn.
Her weha li gelek deverên cîhanê jî bi heman armancê xwepêşandan pêk hatibûn. (FD)