Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Biçerê diyar kir ku berpirsyariya her kesê ku di girtîgehan de di sitûyê dewletê de ye û eger li girtîgehan bûyerên întixarkirinê pêk were ev kêmasiya dewletê bi xwe ye.
Tur Yildiz Biçer destnîşan kir ku malbatên wan kesên ku dibêjin întixar kirine, bi guman in û ji bo berterefkirina wan gumanan ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag xwest ku bersiv bide van pirsan:
*Ji 15ê Tîrmehê heta îro gelo çend bûyerên întîxarkirinê pêk hatiye û ew kesena ji ber çi hatibûn girtin û mehkûmkirin?
*Di nav kesên ku li girtîgehan întixar kirine de çend ji wan bi hinceta FETOyê hatibûn girtin?
*Di medyayê tê gotin ku gelek kesên derbarê FETOyê de bi gelek tiştan hayîdar in û li girtîgehan întixar kirine. Gelo hejmara wan kesan çiye?
*Bûyerên întixarê li kîjan girtîgehan pêk hatine?
*Gelo otopsiya wan kesên ku tê îdiakirin întixar kirine, hatine kirin an na?
(EKN/YO)