Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku hevserokê berê yê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD) li Çekyayê hat desteserkirin li Tirkiyeyê minaqeşeya “îadekirina Tirkiyeyê ya Salih Mûslimî” dest pê kir.
Bixwîne - Biryara girtina Salih Mûslimî hat dayin
Mûslîm dê îro li Çekyayê bihatiya dadkirin û dadgehên wê derê dê biryar bidaya ka dê ji bo Tirkiyeyê bê şandin an na. Lê Balyozê Tirkiyeyê yê li Çekyayê Ahmet Necati Bigalıyî da zanîn ku dadkirina Mûslimî hatiye paşdedan û ew ê sibeyê bê dadkirin.
Parêzerê Mûslimî, Tomas Pelikanî daye zanîn ku ji ber Emniyetê dosyeya Mûslimî ji bo dadgehê nerêkiriye dema dadkirinê zelal nebûye.
Hevpeymana Ewropayê
Li gor hevpeymana Ewropayê ji bo şandina welatiyekê/î ji bo welatekê dî, divê wî/wê kesê sûcek welê kiribe ku di qanûnên herdu welatan de jî wek sûc bê qebûlkirin.
Prof. Dr. Mesut Hakkı Caşınî ji rojnameya Guneşê re gotiye ji ber ku Çekya yek ji welatên Yekîtîya Ewropayê(YE) ye, pîvan dê qanûnên YEyê bin û mûzakere dê demekê dirêj bigire.
Çi bûbû?
Di 17ê Sibata 2016ê de li cihê ku Meydana Înonîyî û Cadeya Dîkmenê digihîne hev, di siet 18.30ê de êrîşek li wesayita leşkerî hatibû kirin.
Di êrîşê de 28 kes miribûn.
TAK(Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê) xwe wek berpirsa êrîşê nîşan dabû.
Di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de, biryara girtinê ji bo 48 kesan hatiye dayin ku hevserokê PYDyê, Salih Mûslim û 5 fermandarên pile-bilind ên PKKyê Zûbeyîr Aydar, Remzî Kartal, Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî tê de ne.(AS/MB)