Infografîk: Yağmur Karagöz / bianet - Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger û saziyên weşanê yên ku dixwazin li Tirkiyeyê mafê xwe yê lêkolîn û rexneyê bi kar bînin, bi taybetî ji ber biryarên cihêkar ên Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) û ji ber dozên cezê ên ku bi destên desthilatdaran tên vekirin, bi nerehetiyeke kûr xwe ji hilbijartinên Hezîranê re amade dikin.
Ji bo hilbijartin pêk were çend meh mane. Daraz bi peyamên desthilatê rojnamegeran bi komî digirin û bi mehan bê îddianame girtî dihêlin. Rewşa welat bûye weke serdema hewldana darbeya 2016an û pêş wê.
171 rojnameger hatine dadgehkirin
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê nîşan dide ku di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de herî kêm 171 rojnameger û nûnerên medyayê li gorî Qanûna Cezayê Tirk, Qanûna Têkoşîna Dije Terorê û Qanûna Meş û Xwenîşandanan ya Bi Hejmara 2911an hatine darizandin. Ji neh rojnamegeran tezmînat hatiye xwestin. Her weha di raporê de; pêvajoyên dirêj ên îstinaf û Dadgeha Bilind ên dosyayên 32 rojnamegeran hatiye nişandan.
Di 3 mehên dawîn ên sala 2022an de 12 rojnamegerên ku bi sûcên "heqareta li Serokomarî", "heqaret", "teşwîqkirina kîn û dijminatiyê", "piçûkxistina dewletê", "propagandaya rêxistina terorê" û "pesindayîna sûc" dihatin darizandin, beraet kirine. Lê di heman qonaxê de 14 rojnameger bi hincetên ku "heqareta li Serokomarî kirine", "heqaret li wezîfedarê dewletê kirine", “propagandaya rêxistinê kirine” û “alîkarî dane rêxistinê” bi giştî 21 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 8 hezar û 720 TL cezayê pereyan ê edlî stendine.
Di 8 salan de 73 rojnamegeran ji ber “Erdogan” hatine cezakirin
Di heman qonaxê de navên herî kêm16 rojnameger û karîkatorîstan di dozên “heqareta li Serokomarî” de derbas bûye. Levent Gultekin û Mustafa Sonmezî hê dihat darizandin, dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Sabahattin Onkibar û Mehmet Emin Kurnaz birî. Nûçegîhanê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Velat Oztekîn jî ji van tohmetan beraat kir: Ûmît Zîlelî bi îdiaya ku "heqareta li Serokomar kiriye" hat desteserkirin, Îstînafê jî cezayê girtîgehê yê li rojnameger Hakkî Boltanî hatibû birîn betal kir.
Lê mixabin, dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîne.
Ji Tebaxa 2014an heta niha roja Erdogan weke Serokomar hat hilbijartin, 200 rojnameger bi tohmeta ku "heqareta li Serokomarî kirine" hatine darizandin û ji wan 73 kes bi cezayê pere ango bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Di 6 mehan de 25 xebatkarên çapemeniya Kurd hatin girtin
Piştî ku 16 xebatkarên çapemeniya Kurd di operasyona 16ê Hezîranê ya li Amedê de hatin girtin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de 9 rojnamegerên din jî hatin girtin. Îtîraza girtinê ji bo ku "dozger destûr stendiye" nehat nirxandin. Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr jî got, "Armanc ne dadgehkirine, armanc cezakirin û li kar xistine” Piştî hewldana derbeyê cara ewile ku Tirkiye di kategoriya welatên ku "herî zêde rojnameger digirin" de cih girt.
Erdogan, TUGVA, SADAT, Înal li pey tezmînatê ne
Di van sê mehên dawî de Sedef Kabaş, Mehmet Kizmaz, rojnameyên Cumhuriyet û Evrenselê bi hêceta ku “mafên şexsî yê Serokomar Erdogan, TÛGVA, SADAT û Rektorê Zanîngeha Kastamonuyê Ahmet Hamdî Topal binpê kirine” bi giştî 75 hezar TL tezmînat li wan hat birîn.
Ji xeynî van dosyayan, di dozên tazmînatê yên bi giştî 945 hezar 101 TL de navê 8 rojnamegeran, 3 malperên nûçeyan û 3 rojnameyan jî cih girtin. Ji van dozan 300 hezar TL ê parêzerê berê yê Serokomar Erdogan Mustafa Dogan Înal e. İnal li dijî malpera Îndependent a Tirkî û nûçegihan Can Bursalî û Bariş Terkoglu vekiribû, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.
YouTuberek û 11 rojnameger hatin desteserkirin
Di 3 mehên dawî de herî kêm 11 rojnameger û nûnerên çapemeniyê hatin desteserkirin. Her wiha xwediyê kanala Youtubeyê ya bi navê Sade Vatandaş Mehmet Koyuncu dema li Gebzeya navçeya Kocaeliyê hevpeyvîna kolanan dikir hat desteserkirin.
4 kes di çalakiyên 24emîn salvegera radestkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hatin desteserkirin. Kameramanê Arti TVyê Zekî Kaya ku li Kadikoya Stenbolê di dema Nobeda Edaletê de dîmenên polîsan digire tê desteserkirin. Di çalakiyê de polîs şimaq li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû dixe û dijûn dide. Kaya dîmenê wê kêliyê digire. Polîs dest datîne ser kameraya wî û dîmenan jê dibe û wî serbest berdide.
Nivîskarê Rojnameya Korkusuz Ûmît Zilelî bi îdiaya ku "Heqaret li Serokomar kiriye" û nivîskarê malpera soL Fatîh Yaşli jî bi îdiaya ku "saziyên dewletê piçûk xistiye" hatin desteserkirin. Başaran Duzgun, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Havadîs ku li Qibrisa Bakur e weke "bifikar" hatiye nirxandin û nehiştin derbasî Tirkiyeyê bibe. Di heman heyama par de 14 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Ji 8 êrîşan 4 jê polîsan kirine
Di sê mehên dawî de, herî kêm 8 rojnamevan û nûnerên medyayê, ku du ji wan herêmî ne, bûne armanca êrîşan û herî kêm 3 jî rastî gefan hatine. Di 4 êrîşan de navê hêzên asayîşê yên ku li kolanan tehemûla rojnamegeran nakin, derbas dibe. 3 êrîş jî (TELE 1, Zeybek TV û hwd.) welatiyên ku bi heman helwestê ne kirine. Di heman heyama par de 5 rojnameger bûne hedefa êrîşan.
Her çiqas di 3 mehên dawî de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê mafên rojnamegeran û azadiya çapemeniyê de nehatibe eşkerekirin jî, dadgeha bilind ji aliyê rojnamegerên ku li edaletê digerin di serî de ji bo serlêdanên takekesî bi navûdeng e. Di vê qonaxê de ji bo girtina 16 xebatkarên çapemeniya Kurd ên li Amedê û demborikirina dosyaya Kuştina Musa Anterî piştî 30 salan, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Serlêdana din jî ji xwediyê Rojnameya Adiyaman Gerger Firat Hacî Bogatekîn hatiye.
Deskeftiyên li beramberî necezakirinan
Polîsan nûnerên medyayê (Gokhan Bîçîcî, Beyza Kûral, Bulent Kiliç û yên din) di dema çalakiyên civakî, an jî di demên hilbijartinan de komên tundrew (Yavûz Selîm Demîrag) kirine hedef lê di van mijaran de polîtîkaya necezakirinê tê bikaranîn. Li dijî vê necezakirinê de, têkoşîneke biisrar û berbiçav tê dayîn. Di vê demê de, ji ber sûcê “binpêkirina azadiya karkirinê” cezayê pereya yê yasayî li sê polîsên beşa ewlehiyê biriye ku nûçegîhana berê ya bianetê Beyza Kûral di dema çalakiya YOKê ya Stenbolê de, bi gotina “wê êdî tiştek nebe weke berê be, em ê we fêrî vî tiştî bikin” desteser kiribûn. Polîsan di dema desteserkirinê de ji paş de destê Kûralê kelemçe kiribûn. Lê Dadgeha Destûrî ji bo van mijaran biryar dabû ku ev kiryar li dijî rûmeta mirovan e.
Nûçegîhanê fotoyan ê AFPyê Bulent Kiliç di 27ê Hezîranê de dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan derb lê dabûn û ew desteser kiribûn. Kiliçî giliyê polîsan kiribû lê biryara peyneketinê hatibû dayîn. Di vê pêvajoyê de ev biryara peyneketinê hatiye betalkirin. Nûçeyeke din a kêfxweş jî derbarê cudakariya “Karta Çapemeniyê” de bû. Berkant Gultekînî li dijî Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê doz vekiribû û ew di dozê de bi ser ketiye. Beriya Gultekînî, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê Nadîre Mater, Aydin Engîn, rojnameger – ekonomîst Mûstafa Sonmez, Berpirsê Weşanê yê rojnameya Yeni Asyayê Kasim Guleçyuz, Nûnerê rojnameya Evrenselê yê Enqereyê Bîrkan Bûlût jî di nav de gelek rojnamegeran têkoşîna karta çapemeniyê li dadehan berdewam kiribûn û bi ser ketibûn.
Di dozên mîna doza Ûgûr Mûmcûyî de, prosedura “asayî” baweriya li lêgerîna edaletê serobino dike. Di bidestxistina rastiyan de hêvî û bendewarî li biryardariya desthilatê ye, lê her ku hêla siyasî ya dosyeyan xurt dibe, ev hevî û bendewarî kêmtir dibe.
257 nûçeyên online sansur kirine
Di van her sê mehan de Dadweriyên Aştî û Cezayan an jî Yekîtiya Dabînkeran a Gîhaniyê bi kêmanî 257 nûçeyên online û naverokên rojnamegeriyê (Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel, Bariş Terkoglû) yên derbarê îdiayên gendelî, bertîl û îltîmas de asteng kirine. Ev biryar bêhtir bi mahneya “parastina mafên şexsî” hatine dayîn.
Di sê mehan de 72 kes ji kar hatine derxistin
Di van sê mehan de bi kêmanî 72 rojnameger, qunciknûs û medyakar an ji kar hatine derxistin an jî ji ber di polîtîkaya weşanê ya saziya medyayê de li hev nekirine, neçar mane dest kar berdin. Dadgehê biryar dabû ku Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê dikare ji bo peymançêkirinê li rojnameya Hurriyetê dest bi hevdîtinan bike. Piştî vê biryarê rêvebiriya rojnameya Hurriyetê 62 xebatkarên xwe ji kar derxistiye. Rojnameya Cûmhûriyetê berpirsê giştî yê weşanê û nivîskarê nivîsên derbarê sporê de Arîf Kizilyalin ji wezîfeyê girtiye. Kizilyalin ev saleke berpirsê weşanê bû.
Par di heman mehan de 58 rojnameger, qunciknûs û medyakar ji kar hatibûn derxistin ku wê demê di rojnameya Cûmhûriyet, Gazete Dûvar, Halk TV û Haber Globalê de alozî hebû.
RTUKê di cezakirinan de dewam kiriye
Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di van sê mehan de ji ber nûçe û bernameyên wan, 5 caran cezayê pereyan daye kanalên televizyonan û 3 rojan jî weşanên wan daye sekinandin. 2 caran cezayên pereyan daye saziyên radyoyan. RTUKê 371 hezar û 240 TL cezayê pereyan li kanalên televizyonan, 52 hezar û 127 TL li radyoyan biriye, li ser hev 423 hezar û 367 TL cezayê pereyan daye. Sê rojan weşana TELE 1ê daye sekinandin. (EÖ/NÖ/AY/FD)