Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Meha borî ji bo xelkê Stenbolê projeyek hat pêşkêşkirin. Bi projeyê dê Kabataş bi ava behrê bê tejîkirin, rêyên tirimbêlan jî dê bê binerdîkirin. Avahiya derbasbûna rêyê jî dê bi şeklê baskên qaqlîbazan bê çêkirin.
Ne dîyar e ka avakirina avahiyên projeyê dê kengê temam bibe. gelek ji xelkê Stenbolê dê mecbûr bimînin ku rêya xwe ya edetî biguhere.
Rawestgehên keştiyan dê li kû bin? Rawestgehên otobêsan dê li kû bin? Gelek pirsên dî jî hene ku xelkê Stenbolê dixwazin bersivên wan bizanin.
Tayfûn Kahramanê serokê Jora Plançêkerên Bajaran, Doç. Dr. Muart Ergûn û endama Rêxistina Parastina Bajarê Stenbolê, Cihan Baysal Uzunçarşiliyê dîyar kirine ku bêyî ji gelî bê pirsîn çêkirina Projeya Qaqlîbazan ne ji berjewendiya gelî re ye û bi ser re jî şiklê qaqlîbazan li herêma dîrokî neyê.
Di projeyê de çi heye?
Rawestgeha Keştiyan a Kabataş-Kadikoyê
Li gor Ajansa Anadolûyê, Bi projeyê dê Kabataş bi ava behrê bê tejîkirin, rêyên tirimbêlan jî dê bê binerdîkirin. Rawestgeha Kabataşê ya keştiyan, xeta finûkûlerê ya di navbera Taksîm û Kabataşê de û xeta metroyan a Mahmutbey-Kabataşê dê bigihin hev.
Li Kabataşê rêya seravî û xetên hêsinî dê bigihin hev, meydana qasî 10 hezar metreyên çargoşe fireh dê ji bo rêwingîyan bê cidakirin. (NV/MB)
Wêne: Nilay Vardar