Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Geliyê Stenbolê serê sibê mij û dûman çêbûye.
Mij û dûmanê navçeyên Beykoz, Sariyer, Uskudar, Beşîktaş û Kagithaneyê li cihên bilind û nêzîkî Geliyê Stenbolê bi mij û dûman hatiye dorpêçkirin.
Mij û dûman bi taybet li derdora Pireya Fatîh Sultan Mehmetî û ya Bogaziçiyê çêbûye û ji ber wê jî gelî ji çûn û hatine keştiyên transît re hatiye girtin.
Lê seferên herêmî berdewam kirine.
Li navçeya Kagithaneyê asta dîtinê ya di trafîkê de gelekî ketiye û çûn û hatina wesayitan gelekî bi zehmet bûye.
* Fotograf: AA