Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî girtina hevserokên giştî û 8 parlementerên HDPê îro cara yekem komcivîna bêyî wan li meclisê hat lidarxistin.
Civîn bi axavtina Serokwekîla Koma HDPê Çaglar Demirel ve bi bi çepik, tîlîlî û durişman ve destpê kir. Gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl û nûnerên konsulxaneyan beşdarê komcivîna HDPê bûn.
Dîmenên civînê jî ji Facebook û Periscopê ve bi awayekî zindî hat weşandin.
Nûnerên konsulxaneyên 38 welatan
Delegesyona Tirkiyeyê ya YEyê Aycan Deniz, Cîgirê Konsulê Avusturyayê George Obberaytir, Konsulê Avusturyayê Klaus Völfe, Konsulê Belçikayê Mark Trentesu, Cîgirê Kondulê Finlandiyayê Josi Soyni, Musteşarê Konsulê Îspanyayê Lusia Garsiya Riko, Konsulê Luksemburgê Virginie Arslan, Serkatibê Konsulê Yewnanistanê Astari jî tê de nûnerên konsulxaneyên 38 welatan beşdarê komcivîna HDPê bûn.
Partiyên siyasî
Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu û rêvebirên partiyê, Nûnerê Partiya Kedkarên Şoreşger û Sosyalîst Mehmet Kemal Başak, Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan û rêvebirên partiyê, Seroka Giştî ya ESPê Çîçek Oltu û rêvebirên partiyê, Endamê MYKya Halkevleriyê Eberlikose, Endamê MYKya HTKPê Dogan Ergun, Serokên Partiya ODPê Alper Taş û Pelin Bektaş, Endama MYKya Platforma Hevgiriya Sosyalîst (SODAP) Tulay Korkutan, Serokê Giştî yê Partiya Kesk û Çepgir Naci Sonmez beşdarê komcivîna HDPê bûn.
Saziyên Sivîl
AKA-DER, Federasyona Elewî û Bektaşiyan, Alinteri, DISK, Komaleya Demokratîk a Elewiyan, Weqfa Hecî Bektaşê Welî ya Antolyayê, Kaldiraç, KESK, Komaleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê, TMMOB, TTB.
Di komcivîna HDPê de peyamên hevserokên partiyê ku ji girtîgehê şandine jî hatin xwendin.
Yuksekdag: Wê hezkirin û wêrekî bi ser bikeve
Ewil payama ku Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag şandibû hat xwendin. Yuksekdag di peyama xwe de wiha got:
“Tevî hemû tiştan jî nikarin hêvî û berxwedêriya me bişikênin. Li hundir jî li derve jî HDP û em ji bo Tirkiyeyê tekane alternatîfa azadî û demokrasiyê ne. Tirsên wan ji ber vê yekê ye. Bila tu kes morala xwe xira neke. Bila ji bîr nekan ev nifrîn û êrîşkarî ji ber tirsê ye. Teqez wê hezkirin û wêrekî bi ser keve. Bi silav û hezkirinên xwe ve."
Demirtaş: Yek mûmek têra qelaştina tariyê dike
Piştre peyamên Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş hat xwendin.
Demirtaş di peyama xwe de bangî Ewropayê kir ku derbarê vê mijarê de helwesteke zêdetir bi bandor diyar bikin û got:
“Divê neyê jibîrkirin ku ev êrîşa li dijî me li dijî hêzên demokrasiyê ye. Di şertên pêkûtîker de li cem hev sekinandin li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar xurtikirin tekane rê ye. Ev împaratoriya tirsê wê di demeke kin de hilweşe.
“Em ê baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê winda nekin û di hemû şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin. Em di hundirê çan diwaran de bin jî bêyî ku em di bin heman asîmanê de de ji bîr bikin em ê ji govenda azadiya sûdê werbigirin. Ez silavên xwe ji hevrêyên ku li derve xebatê dimeşînin ji ciwan û jinan re silavên xwe dişînim.
Çi bûbû?
Li dijî HDPê di 4ê Mijdarê de operayon hat kirin û di encamê de Hevserokên Giştî ya Partiyê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgira Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Ferhat Encu, Nihat Akdogan, Abdullah Zeydan hatin girtin.
Herwiha Sirri Sureya Onder, Îmam Taşçier û Ziya Pir jî piştî binçavkirinê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
(HK/YO)