Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo vokalîsta Koma Sorxwîn Nûdem Dûrakê ku 8 sal in di girtîgehê de ye, gelek kesên navdar ên cîhanê banga edaletê kirine.
Ji Tirkiyeyê Asli Erdogan, Pinar Selek û Ece Temelkuran jî di nav de gelek kesên navdar ji bo serbest berdana Duraka ku 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, nivîsek weşandine.
Di metnê de bal kişandine ser zextên li ser hunermendên li Tirkiyeyê û ji bo Dûrakê jî gotine "bi hunera xwe dengê gelekî bindest dide bihîstin" û wiha hatiye gotin:
“Hunermendekê ciwan a Kurd ji Nîsana 2015an ve di girtîgehê de dirize. Navê wê Nûdem Durak e. Nûdem Durakê tenê bi deng û hunera xwe dengê gelekî bindest dida bihîstin. Ji ber wêrekî û fikrên wê 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tê payîn ku ew di sala 2034an de were berdan.”
“Danişîna wê ne danişînek rast û dirust bû. Ji ber îfadeyên şahidekî ku paşê li xwe mikur hat ku îfade xwe bi derew daye, hat cezakirin. Bila edalet pêk were Nûdem Durak ne 'terorîst' e. Divê Nûdem Durak heta sala 2034an di girtîgehê de nemîne. Ji bo wê û ji bo hemû girtiyên siyasî edalet.”
Kesên ku navên wan li bin metnê ne ev in:
Bryan Adams, muzîkjen, Kanada
Tunde Adebimpe, muzîkjen, DYA
Joseph Andras, nivîskar, Fransa
Ramin Bahrani, derhênerê fîlman, İran/DYA
Saleh Bakri, aktor, Filistin
Jeanne Balibar, aktor, Fransa
Frank Barat, nîvîskar, Belçika
Juliette Binoche, aktris, Fransa
Rachida Brakni, aktris, Fransa
Breyten Breytenbach, nivîskar, Güney Afrika
Eric Cantona, aktor, Fransa
Carmen Castillo, derhêner, Şili
Isabel Coixet, derhêner, İspanya
Molly Crabapple, hunermend, ABD
Erri De Luca, nivîskar, İtalya
Sara Driver, derhêner, ABD
Brian Eno, muzîkjen, Birîtanya
Aslı Erdoğan, nivîskat, Tirkiye
Annie Ernaux, nivîskar, Fransa
Peter Gabriel, muzîkjen, Birîtanya
Anouk Grinberg, aktor, Fransa
Robert Guédiguian, derhêner, Fransa
Annemarie Jacir, derhêner, Filistin
Nicolas Jaar, muzîkjen, Şili
Jim Jarmusch, derhêner, DYA
Aki Kaurismaki, derhêner, Finlandiya
Talib Kweli, muzîkjen, DYA
Paul Laverty, senarist, Birîntanya
Ken Loach, derhêner, Birîtanya
Miriam Margolyes, aktor, Birîtanya
Emel Mathlouthi, muzîkjen, Tunus
Sepideh Moafi, aktor, DTA
Thurston Moore, muzîkjen, DYA
Tom Morello, muzîkjen, DYA
PEN Afrikaans, Afrikaya Başûr
Charlie Reid, muzîkjen, Birîtanya
Arundhati Roy, nivîskar, Hindistan
Mark Ruffalo, aktor, DYA
Pınar Selek, nivîskat, Tirkiye
Shumona Sinha, nivîskar, Hindistan/Fransa
Ahdaf Soueif, nivîskar, Mısır
Serj Tankian, muzîkjen, DYA
Ece Temelkuran, nivîskar, Tirkiye
Ana Tijoux, muzîkjen, Şili
Éric Vuillard, nivîskar, Fransa
Alice Walker, nivîskar, DYA
(RT/AY)