Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema ku çav li rê bû biryar li dadgeha ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dihat dadgehkirin, bê dayîn, alîgirên Partiya Gel a Komarî (CHP) û welatî li Saraçhaneyê, li ber avahiya şaredariyê kom bûn.
Îmamoglû bi tohmeta ku heqaret li Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û endamên vê saziyê kiriye, dihat dadgehkirin.
Welatî dema li benda Îmamoglûyî bûn, sloganên “Serok Ekrem”, “Heq, hiqûq, edalet”, “Desthilatrar/hikûmet îstîfa bike” berz kirin. Sîstema dengî li qadê hatibû sazkirin û axavtinên berê yên Ekrem Îmamoglûyî bi rêya vê sîstemê hatin guhdarkirin.
Saet li derdora 17.55 deqîqeyan dadgehê biryara xwe da û Ekrem Îmamoglû bi 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê ceza kir. Her weha qedexeya karên siyasî danî ser wî. Dema zanyariya vê biryarê gihîşt welatiyên li Saraçhaneyê ne, wan bertek nîşan da û dîsa sloganên “heq, hiqûq, edalet” û “hikûmet îstîfa bike” berz kirin.
Îmamoglû: Em ê zêdetir bibin û qerebalixtir bin
Ekrem Îmamoglû tevî Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê derket li ser otobisa ku ew anîbûn Saraçhaneyê.
Îmamoglû destpêkê axivî û got, “Komeke mirov nikaren erka ku gel daye, wergirin. Têkoşîna me bihêztir destpê dike.
“Hûn bi xêr hatin Saraçhaneyê, mala xwe. Stenbolî no, me gotibû Stenbol ya kê ye? Ya we ye, ya we. Ya 16 milyon stenboliyan e. Kîja şêt dikare li ber we, li per pêvajoyeke aidî gel bisekine, kîja dîn dikare vê, li zincîrê bixe? Ti kes nikare. Îşev em yek in, em bi hev re ne. Sibê em ê zêdetir bibin û qerebalixtir bin.”
Akşenerê zindanîkirina Erdoganî bibîr xist
Piştî Ekrem Îmamoglûyî, Meral Akşener axivî. Akşenerê di axavtina xwe de zindanîkirina Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî kir. Erdogan dema Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê bû, helbestek xwendibû û ji ber xwendina vê helbestê ew bi çar mehan hatibû zindanîkirin.
Akşenerê got: “Îro li ser desthilatê îradeyek heye ku ji siberojê gelekî ditirse. Dema mirov ji tiştekî ditirsin, ceza didin, zilmê dikin, neheqiyê dikin. Ji ber wê, li paş biryara ku îro ji bo Serok Ekremî dane, tirseke gelek mezin heye. Tirsa ku ji we, ji demokrasiyê, ji îradeya gel e. Ew ditirsin, em natirsin. Bijî azadî, bimre zordarî.”
Akşenerê ji welatiyan re got ku “Tiştê hewce dike, hûnê di sendoqê de bikin.”
Çi bûbû?
Li gorî îdianameyê, Ekrem Îmamoglûyî ji ber ku di axavtina xwe ya 4ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de, ji bo endamên YSKyê gotiye “ehmeq” û heqaret li wan kiriye. Di îdianameyê de Serokê YSKyê Sadî Guven û 10 endamên saziyê weke “mexdûr” hatibûn diyarkirin.
Ji bo lêpirsînê îfadeya Îmamoglû hatibû wergirtin. Îmamoglûyî di îfadeya xwe de gotibû ku wî ji bo endamên YSKyê negotiye “ehmeq”, ti kesî bi wî rengî fam nekiriye ku ew gotin ji bo endamên YSKyê ye, gotina wî ne ji bo kesekî/ê ye, gotineke siyasî ye û rexneyeke tund e, bi rengekî berbiçav ne ji bo kesekî/ê hatiye gotin.
Dozgerî di îdianameyê de xwestibû ku bila ji salek û 3 meh û 15 rojan heta 4 sal û mehekê cezayê girtîgehê li Îmamoglûyî bibirin. Di encama dadgehkirinê de 2 sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Qedexeya siyasî danîn ser wî. (HA/AÖ/FD)