Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Di 6ê sibatê de ji Kurdistan, Tirkiye heta Suriyeyê bi milyonan mirovan çavê xwe bi erdhejê vekirin û karesateke mezin re rû bi rû man. Erdhejên ku bi pileyên 7.7 û 7.6’an çêbûn, bandoreke rûxîner li ser 11 bajaran kir. Di encamê de ji 45 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn, bi sedhezaran kes bêmal man û bi milyonan jî di bin bandoreke mezin a erdhejê de man. Karesata xwezayî ya ku ev bandora qeraseyî li ser mirov, ajal û zindiyan kir bi nêzîkatî û sersariya desthilatdariyê re, mixabin hê tabloyeke girantir derxiste holê. Di saet û rojên pêşî de bi deh hezaran mirov hatin gel hevdû û ji bo xebatên lêkolîn, rizgarkirin û alîkariyê berê xwe dan herêmên erdhejê û her wiha koordinasyon û maseyên krizê ava kirin û gel xwe bi xwe bi hewara van bajarên erdhej lê çêbûyî ve çûn. Li gel van xebatên alîkariyê gelek sazî, platform û rêxistinên ekolojiyê jî berê xwe dan van bajaran û der barê rewşa mirov, ajalan û hawirdorê de agahî kom kirin.
7 rêxistinên ekolojîyê yên wek Odeya Endezyarên Hawirdorê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Yekitiya Ekolojiyê, Koalîsyona Adaletê ya Avhewayê di navbera 15-18ê Sibatê de li herêmê derbarê encamên erdhejê de lêkolîn kirin û rapor bi raya giştî re parve kirin. Têkildarî rapora rêxistinên ekolojiyê ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç, Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Hawirdorê (TMMOB- ÇMO) Ahmet Kahraman, Berdevka Koalisyona Adaletê ya Avhewayê Melîs Tantan, hem derbarê raporê hem jî der barê çavderiyên xwe yên li herêmên erdhejê de pirsen bianet kurdiyê berisvandin.
“Dewlet ji bo rizgarkirinê na, lê ji bo rantê pir jêhatî ye”
*Di raporê de ji çavderiyên siyasî, aborî, mafên ajalan, ekoloji heta gelek xalên cur bi cur jî hebûn?
Mirad Bîlgîç: Jixwe pênaseya ekolojiyê bixwe jî zanîna ciyê tu lê dijî, çi bi wê jiyanê re têkildar be ew bixwe ekolojî ye. Ji ber wê di raporê de çi bi jiyanê û zanîna jiyanê re têkildar be me hewld da ku em balê bikşînin ser tevan. Rêxistinên ekolojiyê berovajî nêzikatiyên giştî heyî; di rojên erdhejê yên pêşî de berê xwe dan herêmên erdhejê û gotin ev pirsgirêka esasî ye. Kom û hêlên din her kes li aliyekê li mijarê dinêre lê ekoloji li hemû aliyan dinêre. Ligel komên ekolojiyê, ÇMO û TTB jî tev li koma me bûn. Me bi vî awayî dest bi xebatên xwe kir.
Mirov dikare bêje, erdhej pergaleke ku cîhan pê re xwe didomîne. Lê pirsgirêk ew e ku çima tişteke xwezayî, dibe felaketek. Yanî ez dikarim bêjim ku ‘felaketa sedsalê’ na, îhmala sedsalê heye. Ev yek di vê erdhejê de bi awayekî vekirî derkete holê. Ev çavderiyeke min e, ez dikarim bêjim ku li cihê sazî û dezgehên xwecihî lawaz bûn, êşa wan zêde bû. Li cihên sazî dezgehên xwecihî heyî jî, berovajî vê yekê qeyran hêsantir derbas kirin. Heke mirov bixwaze pirsgirêkê çareser bike, ji navendê ev yek çê nabe. Hewceye bi sazî û dezgehên xwecihî û bi gelê li wir dijîn re pirsgirêk bên çareserkirin. Bi projeyên li ser masayên navendê pirsgirêkên herêma erdhejê dê newin çareserkirin. Ez dixwazim vê jî bêjim ku li gor daneyên di destên me de, li her dere, sazî û dezgehên navendî, beriya dewletê-AFAD-Kizilayê (Heyva Sor a Tirkiyeyê) bi derfetên kêm-zêde xwe gihandine gel û bûne alîkar. MÎnakên vê yekê jî yên Amed, Hatay û Mereş bûn. Divê beriya ku li ser maseyên îhaleyan ên rakirina avahiyan bên danîn, divê rê û rêçûnên meclisên ku çawaniya pirsgirêkan diyar dikin bên avakirinê. Yanî bi planên navendê pirsgirêk nayên çareserkirin. Tişta me li qadê dît ew bû ku dewlet ji bo avakirin tune ye, ji bo rizgarkirin û alîkariyê tune ye lê ji bo rantê pir jêhatî ye.
Di raporê de jî we bal kişandibû li ser guhertina demografyayê. Mînakên di warê guhertina demografyayê de çibûn gelo?
M.B: Di rojên pêşî yên erdhejê de û heta niha jî xuya kir, dewlet ji bo ku gel ji herêmê koç bike çi destê wê hat kirin û dikin. Hê lêgerînên ji bo rizgarkirinê berdewam dikirin, dest bi daneheva xweliya kavilan kirin. Gel bê kon û birçî hiştin. Lê li aliyê din ji gel re digotin ‘hûn bixwazin em dikarin we bişînin bajarên wek Afyonê û hwd’. Tişta balkêş ew e ev xeta Hatay, DÎlok, Mereş, Meletî, Semsûr xeta kurd, elewî, erebên elewî ne, yanî nasnameyên li derveyî navendê ne. Di şertên asayî de kesên ku karesat tên serê wan divê ji bîranînên xwe, ji çanda xwe zêde dûr nekevin. Ji ber ku ew bîranîn wan li ser pêyan dihêl in. Di roja 25an de gel hê bê kon in, bê av in. Ev tev mînakên ji bo koçberkirinê yên guherandina demografyayê ne bêguman. Li deverên ku kon danîn jî derdora wan têl dikin, an jî polîs û leşkeran datînin ber deriyê wan. Ferqa van konan û gettoyan ji hevdû nînin. Kesên ku ji kêliyên travmayan derketî, çawa dibe ku mirov vê muameleye li wan bike! Ne sazî û dezgehên xwecihî ne jî rojnameger dikarin herin van konbajaran. Destûr tenê ji hin saziyên navê wan di taciz û tecawiza zarokan de derbasbûyî re, heye. Nêzîkatiyên navendê yan jî em bêjin dewletê îro ji her aliyî ve binpêkirina mafên mirovan e.
“Bermahî li cihê qedexe vala kirin”
Piştî van bermahiya hilweşînan ango xweliya kavilan di warê ekolojiye de qeyraneke çawa li pêşiya me ye?
M.B: Qeyraneke pir mezin li pêşiya me ye. Belkêşe ku desthilatdariyê ji bo rizgarkirinê ewqas lez nekir. Ji bo hildana bermahiyên hilweşînê leza wan çibû? Li Semsûrê bermahî, li newala ku li ser tabelayê ‘bermahî qedexe ye’ hatibû valakirin. Lê di nav wan bermahiyan de em bi êş dibêjin lê hê parçeyên laşê mirovan hene, ajal hene. Hê mirovan cenazeyên xwe dernexistin, bi lez û bez bermahiyên hilweşînan dane hev û valakirin ber çem û newalan. Ev hemû sedemên nexweşîyane. Bi vê yekê ji felaketên nû re derî vedikin. Di wan kavilan de gelek cureyên kîmyasalê hene. Ya herî tê zanîn jî asbest e bêguman. Ev leza wan tê wateya ku bersûcên xwe jî vedişêr in. Li aliyê din îhaleya wê dane şîrketên nêzî xwe. Aliyekî bermahiyên hilweşînê rant e, aliyê din jî veşartina bersûcan e. Ev sûcek e û em bangewaziya vê yekê jî dikin; li cihê ku mirovên di bin kavilan de rizgar bikin, berê xwe dan bermahiyên hilweşînan de ku bersûcên xwe ji holê rakin. Bi dîroka çandên qedîm jî dileyzin. Her wiha qanûneke sosret derxistine ew qanûna ku jê re dibêjin qanûna 126an. Li gor vê qanûnê dewlet taybetmendiya wê erdê dikare biguherîne, ji avadaniyê re dikare veke, dikarê dest dayne ser, hima çi dixwaze dikare bike û ji her cureyê lêpirsînê re jî girtî ye. Ev jî bingeha felaketên nû ne.
Odeya Endezyarên Hawirdorê jî di nav koma Eko-Afetê de cih girt û hûn çûne herêmên erdhejê. Li bajarên rûxiyayî di çerçoveya endezyariya hawirdorê û etîka wê di tişta herî zêde li ber çavê we ket çibû?
Ahmet Kahraman: Di hefteya duyemîn a erdhejê de ji bo tespîtan me jî berê xwe da herêmên erdhejê. Bêguman êşeke mezin hebû. Em hem wek ÇMOyê û hem jî şexsî, bi salane ku li dijî hemû rûxandin û pirsgirêkên wek mûsîlaj, şewatên daristanan û karesatên wek lêhî û erdhejê, me got ku ev bi tenê ne karesat in, ligel vê yekê sedemên wê yên ku bi destê mirovan pêk tên jî hene. Lê di tevan de nêzîkatiyên desthilatdariyê zêde ji hev ne cûda bûn. Di vê erdheja dawî de jî bi heman awayî nêzî 15 milyon welatî rasterast, 81 milyon jî neyekser ketin bin bandora vê karesatê. Lê tiştên rojane ku tên axaftin tiştên cuda ne. Yanî ev ne meseleya bişkoka şaş e, gumlek bi xwe ne sazkar e. Pirsgirêka heyî çi ye? Rastiyên me û yên wan li hevdû nakin. Yanî berjewendiyên hişmendiya desthilatdar û yên civakê, xwezayê, ekosîstemê, hawirdorê û yên ekolojiyê li hevudû nakin.
Niha yek ji mijara sereke ku tê axaftin jî mijara bermahiyên hilweşînê ye. We li herêmê ev mijar çawa şopand û tabloyeke çawa derket holê?
A.K: Derbarê vê mijarê de gelek rêzikname hene. Li gel vê ji aliyê Saziya Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ve jî şert û mercên bermahiyên hilweşînê jixwe hatiye diyarkirin. Lê dema me li herêmê şêweya barkirina bermahiyên hilweşînê dît, derkete holê ku rêzikname ji bo desthilatdariyê ti tiştî îfade nakin. Deshilatdarî dema kengî bixwaze, di şevekê de jixwe re rêzikname û qanûnan derdixe. Îro tiştên ku desthilatdarî wek çareseriyê bi nav dike û dide pêşiya xwe, em meyze dikin ku dibin glokên pirsgirêk û qeyranan. Mînak dema li Semsûrê em bi hevalên xwe re rûniştin, me hesab kir ku tenê di wê kêliyê de nêzî sed hezar mirov li derve bûn. Ne li derve tuwalet ne jî av heye. Ê dema rewşeke wisa hebe û li aliyê din em bêjin dema xweliya kavilan li kamyonan bê barkirin ji bo toza wê nexweşiyan belav neke, bê şilkirin, wê demê ew dibe lûksek mixabin. Lê ger îro desthilatdarî ji bo karesatên bi vî rengî hewce bi pêşîlêgirtinekê dîtiba, dê encaman, rê li ber karesatên mezintir venekira.
"Şaredariyên rantxwar"
Ev demeke ku di nava civakê de behsa ranta ku mûtahît û şaredariyên destûran didin mutahîtan li hev belav dikin, tê kirin. Her weha tê gotin ku hikûmet jî vê rantê ji nedîtî ve tê. Bi gotina te ez dixwazim bipirsim; gelo bişkoka gumlek li kû şaş hatiye dadan?
A.K: Di serî de vê tiştê bêjim ku ne tenê bişkoka gumlek, gumlekê desthilatdariyê bixwe ne ti gumlek bû. Welatê me li ser xetên erdhejê ye lê dema erdhejek çêdibe mijarên ku ti eleqeya wê bi bingehê ve tuneyî zêdetir tên axaftin û mijara bingehîn a berpirsyaran, ser wan tê girtin. Ev agahiyên ji bo encamên erdhejê ku bobelatên mezin bixwe re neyne, jixwe ne agahiyên veşartî ne. Îro her kes dikare xwe bigihêjînê wan agahiyan. Ne hewceye mirov ji vî karî fam jî bike an jî pispor be. Ev tercihek e û daxwaziya ji bo xwegihandin û mijara pêdivêyê ye. Pêdivî ji hesasiyetê derkeve, hesasiyet çawa tên diyarkirin? Ev jî bêguman ji aliyê polîtîkayên îradeya siyasiyan ve tên diyarkirin. Ji ber vê yekê jî divê em ligel şaredariyên rantxwar, mûtahîtan û hwd, di serî de em qala polîtîkayên ku ev bingeh amade kirine, bikin. Ez binê vî tiştî xêz dikim; ev ne encama polîtîkayên xerabker e, ev rasterast encamên polîtîkayên faşîzma bi navê pêla neolîberalîzmê ne.
Dema em bêjin ev tabloya îro di encama polîtîkayên desthilatdariyê de pêk tên, ev sûcê heyî, sivik dike. Di Tv û çapemeniya alîgir de, pisporên şerên psîkolojîk dest bi şîroveyan dikin û dibêjin; şîrketan jî xwe nû nekiriye. Lê şîrketek herî zêde ji bo berjewendiyên xwe, xwe nû dike. Yanî îro bi bingeheke şaş û xerab ev yek tê nîqaşkirin. Beton û hesin wek malzemeyên bingehîn yên îmalata betonarmeyê ne, vê yekê her kes dizane. Lê îro derketine qala takviyeya karbonfîberê dikin. Dema tu di wextê xwe de hesin û betona xwe bi awayekî sererast bikar bîne dê pêdivî bi takviyeyan jî nemîne. Ez vê yekê jî bêjim ku karbonfiber jî zêde ne çareseriyeke û dê rê li ber hin rûxandinên din veke. Yanî ev ne meseleya bişkoka şaş e, gumlek bi xwe ne sazkar e. Gel hê di nav kavilan de li cenazeyên xwe digerin lê niha şîrket û hemû xurdeciyên welat berê xwe dane van herêman. Em dizanin ku di nav kavilên înşaatan de ji sedî 40 ji nû ve amûrên wek plastîk û hesînê wê tên bikaranîn. Tişta ku îro vê bobelatê vediguherînê felaketê, bêkontrolî û veşartina ji raya giştî ye. Kontrolkirina avahiyan ji destê dewletê derxistin, xistin destê şîrket û sermayedarên nêzî xwe.
"Ne mimkun e ku di salekê de bajar bên avakirin"
*Ji bo bajar ji nû ve bên avakirin, desthilatdarî dibeje ku dê di nav salekê de pêk bê. Gelo ev yek çiqasî pêkan e û dê çiqasî zirarê bide hevsengiya ekolojik?
A.K: Di vê tabloya heyî de gelo dê çawa bajar di nava salekê de bên avakirin, ne mimkûn e. Komexanî (toplu konut) tişteke cuda ye, avakirina bajarên nû ji hev cûda ne bêguman. Ji ber ku ruhen çandî yên bajaran hene. Mal tenê ji çar dîwar û çatiyekê pêk nayê bêguman. Li mînaka Wanê em bifikirin; malên ji bo karesatê hatin avakirin jî encex di salek û nîvê de hatin temamkirin. Ev propagandeyeke ji bo hilbijartinê ye, em wisa difikirin. Ew bajar dê çawa bên avakirin, dê ruhê wan û bi çanda wan ve girêdayî careke din çawa bê avakirin? Divê em balê bikşînin ser vî aliyî. Dê kesên ku ji van bajarên xerabûyî çawa careke din vegerînin? Ger bajar ji nû ve bên avakirin wek xala yekemîn jixwe divê ji navênde newê amadekirin. Hewceye bi saziyên sivîl yên herêmî re bên amadekirin. Yek ji vê mînakê Platforma Hevkarî û Parastinê ya Amedê ye ku 84 saziyên bajêr hatin gel hev û koordinasyona xwe ava kirin. Navend dikare fikrê van saziyên xwecihî bigre û wisa dest bi avakirina bajaran bikin. Jixwe ti pêşdîtina hikûmetê, amadekariyeke wan di vî aliyî de tune ye. Dê çawa di nava salekê de bên amadekirin ev ne mimkûn e.
Di nav xweliyê de îro xetereya mezin tenê ne asbest e, xetereyên dê xetereyên herî mezin yên zirarê didin hawirdorê, atmosferê û hevsengiya ekolojiyê serobino dikin, bi demê re derkevin pêşberî me. Em wek Odeyê jî em ê şopdarên vê pêvajoyê bin.
"Jin û zarok hê travmayên erdhejê dijîn"
*Li konbajarên herêmên erdhejê têkildarî tundiya li ser jinan, taciz û tecawiza li ser zarokan de tespîtên we çibûn? Zor û zahmetiyên li pêşiya jin û zarokan çibûn?
Melîs Tantan: Hem ji bo jinan hem jî ji bo zarokan pêdiviyên niha yên girîng qadên paqij û bi ewle ne. Li her deverên em çûne hema bêjin cihên ku jin kincên xwe biguherînin nînbûn. Gelek jin li qadên şîr bidin dergûşa xwe digeriyan. Li bajarên wek Hatayê li cihên wek Parka Sevgîyê ji bo van pêdiviyan cih hatibûn veqetandin lê ev der ji aliyê Walitiya Hatayê ve hatin desteserkirin. Li gor tespîtên heyî bûyerên tacizê jî zêde bûbûn, di hevdîtinên me yên li konbajarên Elbîstanê de em hînbûn ku zarokek rastî tacizê hatiye û malbatê mijar biriye dadgehê. Jinên ku ji aliyê kesên malbat û cîranên xwe ve rastî tundî û tacizê hatî, di heman qadê de dimînin. Hebûna leşker, polis û zabitayên li ber konbajaran ji bo jin û zarokan zêdetir derûniya bêewlehiyê bi xwe re anî. Li gor çavderiyên min jin û zarokên ku hê travmayên erdhejê dijîn, li aliyê din jî rastî tundiya psikolojik dihatin. Ji bo bandorê vê travma û tundiya heyî demdirêjkî nebe bi awayekî lezgîn divê qadên bi ewle ji bo jin û zarokan bê avakirin û li dijî tundiyê em bi jin û zarokan re di nav piştevaniyê de bin.
*Hem wek koma Eko-Afetê û hem jî Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê ji bo şopandina vê pêvajoyê we çi daye pêşiya xwe?
Li herêmê niha pirsgirêkên mezin yên akut ekolojik hene. Di serê van pirsgirêkên akutî de bermahiyên hilweşînê û bajarên ku tên valakirinê desthilatdarî dê bi lezekê dest bi avahiyên betonê bike. Em rêxistinên ekolojiyê, me biryar da ku em ê li dijî van kiryarên ku dê zirarê bide jiyana tevahiya zindiyan, em ê li ber xwe bidin. Li dijî hin kiryaran ji niha ve me doz vekir. Em ê bi her aktivîstekî/ê ekolojiyê re li herêmê bin û jê dernekevin. Li dijî hemû talankirin, texrîbatên ekolojiyê, li dijî hemû kiryarên mafên mirovan tune dikin em wan qeyd bikin û bi dengekî hevpar li hember wan bisekinin. Em dibêjin ku jiyaneke bi xwezayê re, jiyaneke demokratîk-ekolojîk pêkan e. Erdhej veguherî karesatê. Ev yek li ser me erkekê ferz dike. Em ê bi pisporên di warên cuda de bên gel hev û hewl bidin ku bi rêya avahiyeke ekolojîk, pêşîlêgirtina qeyrana xwarinê, pêkanîna kooperatîfan û kanalên din ên hevkariyê têxin meriyetê. (BK/FD)