Polîsan 2 kesên ku îdîa kiribûn dê li dijî rojnameger Murat Agirel êrîşa çekdarî bê kirin desteser kirin.
Agahiya desteserkirina wan kesan Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê bi daxuyaniyekê ragihand. Kesê di vîdeoyê de bi maske O.O. û yê ku vîdeo digirt Y.K. li Îzmîrê hatiye hat desteserkirin. Her weha emniyetê da zanîn ku di operasyonê de 3 çek û hinek madeyên hişber hatin bi dest xistin.
Li emniyetê di 12 sûcên cûda de qeyda O.O. heye û Y.K. jî di du sûcên cûda de weke gumanbar e ku qeyda wî jî heye.
Çi bûbû?
Agirel vîdeoya ku di 3ê Îlonê de ji wî re hatiye şandin û tê de kesekî bi maske, bi berçavkê rojê û bi lepikan heye parve kir.
Wî kesî di vîdeoya nêzî yek deqeyî de gotibû ku ji bo qetilkirina Agirel îhale hatiye vekirin û fermana kuştina wî hatiye dayîn. Her weha ew kesa di vîdeoyê de behsa kesekî dike ku weke ‘serokê bi botoks’ bi nav dike û jê re dibeje, fermana kuştina Murat Agirel hatiye dayîn.
(HA/AY)