Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hrant Dînk, derhênerê weşana giştî û damezrînerê Agosê di 19ê Kanûna Paşiya 2007an de li Stenbolê di êrişeke nijadperestî de hat kuştin. Îro li ser kuştina wî de 15 sal derbas bû. Mijara bernameya bîranînên îsal jî “15 Salên Kêm”e.
Di 15 salan de doz hatin vekirin, bihevvekirin û girtin. Lê belê ji sala 2007an heta 2022an rastiyên di bin kuştinê de bi temamî nehatine ronîkirin. Di vê pêvajoyê de Hrant Dînk bû sembola daxwaza edaletê ya vî welatî.
Ji hevalên Hrant Dînk Gaye Boralioglûyê derbarê Hrantî de weha got:
“Hrant Dînk ji bo vê civakê hêvî bû. Xwestin vê hêviyê ji holê rakin. Ma bi serketin? Bila ewqas piştrast nebin. Ji ber ku tiştek bû ku ew ne li bendê bûn, fikrê Hrant Dînk , baweriya wî , wêrekiya wî belav bû . Ne tenê li hevalên wî, ne tenê li mirovên derdora wî, li nifşên ciwan jî, li nifşên nû jî belav bûye. Ji ber vê yekê me hevoka xwe ya îsal weha sazkir: "Di her salek kêm de em zêdetir dibin!”
“Sebebê hemû tiştan dewlet e”
“Dema ku hûn belgefîlma Umît Kivanç temaşe dikin vê dibînin: Li wir mirovek heye, mirovekî baş. Bi qasî zarokekî xam e û bi qasî kalekî jîr e. Hewl dide bi yekî re biaxive, lê li pêy tolê nîne, hesab napirse, şer nake. Dixwaze were fêhmkirin, hêvî dike ku mirov ji hev fêhm bikin.”
“Yê ku bi vî sûcî re rû bi rû bimîne ne Tirkiye ye, ne gelên Tirkiyeyê ye , Gel dizane çi çî ye. Divê yê ku pê re rû bi rû bimîne dewlet e. Jixwe sebebê hemû van tiştan ew e. Eger niyeteke wî ya rûbirûbûnê hebûya, em ê îro li cihekî din bûna.”
“Tevahiya dîroka me bi înkarkirinan dagirtiye”
Edalet dermankirin e, înkar nexweşxistin e. Tevahiya dîroka me bi înkarkirinan dagirtiye, ji ber vê yekê em nikarin bi hev re bijîn, em nikarin sererast bibin. Ronîkirina hemû aliyên kuştina Hrant Dînk, aşkere kirina mekanîzmayên ku em hemû dizanin, ne ya kesan wê garantiyê bide ku kuştinên bi vî rengî careke din neyên kirin. Û wê demê dê mimkun be ku mirov behsa atmosfereke aştiyê ya ku çanda hevjiyanê lê mezin bibe bike.”(HA/AY)