Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Garo Paylan, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşnûmeyek derbarê vaksîna koronavîrusê de pêşkêşî Komisyona Plankirina Butçeyê kiriye û xwestiye vaksîn belaş bin. Lê ev pêşnûmeya wî nehatiye qebûlkirin.
Paylanî di pêşnûmeya xwe de diyar kiriye ku Wezîrê Tenduistiyê gotiye wê vaksîna Çîne li xizanan were belavkirin û ya Pfizerê wê li dermanxaneyan were firotin ku hunekî din pêbawer e.
Paylanî di axavtina xwe ya Komisyonê de wiha gotiye:
“Divê bêyî ku dereng bikevin vaksîna Covidê ya biqalîte belaş li hemû welatiyên me bixin. Vaksîna ku ji Çînê wê bînin, kêmasiyên wê hene. Hûn dizanin pêşdarazek li dijî vaksîna Çînê heye. Dibe ku xebatên vaksînê têk biçin. Vaksîna Pfizerê bihayê wê zêdetir e lê biqalîtetir e. Pêwistî bi 100 milyon vaksînan heye. Divê vaksîn belaş li welatiyên me bixin.”
Ev pêşnûneya ku Garo Paylanî gotiye bila vaksîn belaş be, bi dengen parlamenterên AKP û MHPyê ve hatiye redkirin. (AO/FD)