Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya bi hejmara 1a Tîpa Fyê de girtî bûye, miriye. Rêvebiriya girtîgehê xeber daye malbatê û îddia kiriye ku Gezerê xwe kuştiye.
Parêzer Eren Keskînê jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam belav kiriye: "Bîskek berê me ji Girtîgeha Kandirayê xeber stend ku muwekîla me Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Ew mexdûra îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreyê hebû. Midûrê girtîgehê telefonî xwişka wê kir, mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Parêzer Jiyan Kaya dê biçin cem wê."
Her weha di rapor otopsiya destpêkê a Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê miriye, sedema mirina wê nehatiye diyarkirin.
Gezerê bi rêya parêzeran û di nameyên şandibûn de ragihandibû ku bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, bi awayekî sîstematîk tê îskencekirin û gardiyanan tecawizî wê kiriye.
(AY)
*Ajansa Mezopotamyayê