Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Galaya cîhanê ya 'Teredut'ê ku filma dawî ya Yeşim Ustaoglu ye wê li Festîvala Filmên Navneteweyî ya Torontoyê were kirin. Festîval wê di 8-18ê Îlonê de were lidarxistin. Filma bi navê 'Teredut' wê li festîvalê di beşa Sinemaya Hevdem ya Cîhanê de were nîşandan.
Serlîstîkvanên filma 'Teredut'ê Funda Eryigit û Ecem Uzun e. Mijara filmê jiyana 2 jinên ji hev cuda ne ku li qezayeke Anatolyayê hev nas dikin.
Kesên weke Mehmet Kurtuluş, Okan Yalabik û Serkan Kesklin lîstîkvanên din ên fîlmên e.
Kesên weke Titus Kreyenberg, Marianne Slot, Klaudia Smieja ve Eliza Oczkowskaortak bi hevparî çêkeriya filma Yeşim Ustaoglu didin.
Yeşim Ustaoglu kî ye?
Derhêner û senarîst e. Di 1960an de li naçeya Qamûşan ya Qersê hatiye dinê. Li Zanîngeha Karadeniz Teknikê beşa avahîsaziyê xwendiye. Bi kurtefilman dest bi sînemayê kir û piştre filmên metrajdirêj kişandin. Wê heta niha gelek xelat girtine.
Filmên wê: ‘Bir Anı Yakalamak (1984), Magnafantagna (1987), Düet (1990), Otel (1992), İz (1994), Güneşe Yolculuk (1998), Bulutları Beklerken (2003), Sırtlarındaki Hayat (2004), Pandora’nın Kutusu (2008). (Senarist) Otel (1992), Güneşe Yolculuk (1998), Bulutları Beklerken (2003).
(HK/YO)