Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bajarê Lucca ya Îtalyayê derbarê pirsgirêka Sûriyê de Lûtkeya G7ê hat lidarxistin. Tirkiye jî beşdarî civînê bû.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jan-Marc Ayrault got beşdar di mijara tunebûna “Esad a di dahatûya Sûriyê de” weke hev difikirin.
Ayrault herwiha destnîşan kir ku ji bo mijara firehkirina mueyideyên li ser Sûriyê û Rûsyayê biryareke hevbeş derneket.
Îngiltereyê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên potansiyel ên Sûriyê de reşnivîsa mueyideyan pêşkêş kiribû.
DYA: Divê Rûsya hilbijartinekê bike
Piştî civînê Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Tillerson da got, “Divê Rûsya hilbijartinekê bike ku wê bi me û hevalbendên me re yan jî bi Esad, Îran û Hizbulahê re be”.
Tillerson îro çû Moskowê û wê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov re kom bibe.
Çi bibû
Hatibû îdiakirin ku di êrîşên li ser İdlibê ya di bin kontrola muxalifên Sûriyeyiyan de çekên kimyewî hatine bikar anîn.
Di encama êrîşê de hatibû ragihandin ku 20 jê zarok, 72 kes ji ber gaza bijehrî mirine.
Rûsya û Sûriyê îdia qebûl nekirin. Rûsyayê destnîşan kiribû ku di depoya çekan a li İdlibê ya balafirên hikûmeta Sûriyê liwan daye de çekên kimyewî yên muxalifan belav bûne. (YY/FD)
Çavkanî: EuroNews, Dengê Amerîka, Sputnik News, DHA, AA