* Fotoğraf: Michele Tantussi - Hamburg / AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lûtkeya Serokan a G20ê îro li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê destpê dike ku wê du rojan berdewam bike.
Tê texmînkirin ku 100 hezar xwenîşander hatine bajêr.
Li Hambûrgê xwepêşandan
* Fotoğraf: DHA
Duh xwepêşandanek ji hêla koma bi navê “1000 Gestalten” (1000 rû) li bajêr hat lidarxistin ku bi sedan kes bi cilûbergên gewr weke “zombiyan” meşiyan û paşê ev cilûberg ji ber xwe kirin û bi cilûbergên rengîn meşa xwe berdewam kirin.
1000 GESTALTEN / G 20 Hamburg Summit from 1000 GESTALTEN on Vimeo.
Dîsa 12 hezar kes beşdarî xwepêşandana bi navê “Hûn bi xêr hatin dojehê” bûn. Polîsan ava bişid û xaza çavşewitandinê avêt ser xwenîşanderan.
Di dema xwepêşandanan de hin wesayit hatin şewitandin.
Rojeva lûtkeyê
Lûtke ya ku vê sibê destpê kir wê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Hambûrgê birêve biçe. Serokwezîra Almanyayê û seroka demkî ya Lûtkeya G20ê Angela Merkelê pêşwaziya mêvanên xwe kir. Serokên G20ê wê beşdarî civîna derbarê “Têkoşîna li dijî terorê” bikin.
Piştî ku serok fotografa pêkveyî bikişînin wê civîna yekemîn a bi navê “Mezinbûna Kurewî û Bazirganiyê” lidar bikeve.
Paşê civîna bi navê “Geşepêdana ku karibin berdewam bikin, İqlîm û Enerjî”yê wê çêbibe. Heman rojê saetên êvarê jî wê serok û hevjînên wan beşdarî konserta muzîka klasîk a li Salona Konserê ya Elbphilharmonie yê.
Roja duyemîn wê bi civîna bi navê “Hevkariya bi Afrîkayê re, Koçberî û Tenduristî” destpê bike.
Piştî vê civînê wê di bin navê “Dijîtalîzebûn, Bihêzkirina Jinan û Îstîhdam”ê de civîna çaremîn birêve biçe.
Piştî civîna dawî ya Lûtkeyê wê civîna çapemeniyê ya Serokatiya G20ê lidar bikeve. (ÇT/FD)