* Fotograf: Julien Benjamin Guillaume Mattia - Paris / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Parîsa paytexta Fransayê di sala 2016an de Adama Traoreyê çermreş ê 24 salî di wesayita polîsan de miribû. Li Parîsê xwepêşandanek ji bo Adama Traore pêk hatiye. Di xwepêşandanê de kuştina George Floydî ya ji hêla polîsan ve hatiye protesto kirin û piştgirî dane xwepêşandêrên li DYAyê.
Bi banga Kolektîfa Dadê ya Ji Bo Adamayî, xwepêşander li pêş Avahiya Dadê kom bûne û tundkariya polîsan protesto kirine.
Assa Traore, xuşka Adama Traore di xwepêşandanê de axiviye û gotiye: “Têkoşîna me ya îro bi tenê ya malbata Traoreyî nîne, di heman demê de têkoşîna we ye jî. Tekoşîna me ya ji bo George Floydî, têkoşîna ji bo Adama Traoreyî ye jî”
Li gor daneyên polîsan 19 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûne. Di xwepêşandanê de kesên êlek zer jî hebûne.
Polîsan bi gazê midaxeleyî xwepêşandêran kirine.
Çi bûbû
Adama Traore di 19ê Tîrmeha 2016an de ji bo ku bibin emniyetê li wesayita polîsan dikin, lê di wesayîtê de tê kuştin.
Li ser daxwaza malbata Traoreyî di tipa edlî de lêkolîn tê destpê kirin. Di encama lêkolînê de hatiye aşkere kirin ku Traoreyî bi destê polîsan hatiye fetisandin.
Piştî kuştina Traoreyî gelek xwepêşandan hatiye sazkirin. Malbata wî Kolektîfa Dadê ya Ji Bo Adama ava kiriye. (AS/AY/FD)