Fotograf: ermenihaber
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gerald Darmanin, Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Fransayê aşkere kiriye ku wan tevgera bi navê “Gurên Boz” qedexe kiriy.
Darmaninî roja duşemê di diyar kiribû ku ew ê roja çarşemê vê mijarê di Lijneya Wezîran de binirxînin û biryara qedexekirinê bidin.
Li gor nûçeya Euronewsê, Darmaninî piştî civîna Lijneya Wezîran biryarnameyek weşandiye. Di vê biryarnameyê de hatiye gotin ku “ev tevger ji roja hatiye avakirin û pê de tevlî bûyerên tundkariyê bûye, têkiliya wan bi Abdullah Çatliyê li tirkiyeyê gelek caran ceza xwariye re heye, li dijî Kurdan û Ermenan tundtûtujî kirine.”
Her weha hatiye diyarkirin ku heman tevgerê “Herî dawî li herêma Decinesê li ser Birweriya Komelkujiya Ermenan bi boyaxên sprey “RTE” û “Gurên Boz” nivîsandine û di encama nirxandina van çalakiyan de wan biryara qedexeyê daye. (EKN/FD)