Li Fransayê jêderekî dadweriyê û gilîkerên dozê duh (15ê Çiriya Paşiyê) daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gotine ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di sala 2013an de beşdarî êrişên kîmyewî bûye û tawanên dijî mirovatiyê kiriye. Ji ber vê yekê derbarê Esad biryara girtina navneteweyî dane.
Li gor nûçeya France24ê, çavkaniyeke dadwerî ragihand ku Esad bi wê yeke tê sûcdarkirin ku di sala 2013an de li nêzîkî Şamê beşdarî sazkirina êrîşa kîmyewî bûye û di van êrişan de nêzîkî 1400 kes mirine.
Ji bo Mahîr Esad û du generalan jî biryar derxistine
Her wiha biryara girtinê ya navneteweyî ji bo birayê Esad, fermandarê yekîneya leşkerî Mahîr Esad û du generalên hêzên çekdar jî hatine derxistin.
Dadgeha Parîsê ku bi sûcên li dijî mirovahiyê re mijûl dibe, ji sala 2021an ve li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan dike.
(NT/AY)