Fotograf: AA-Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê aşkere kiriye, li tevahiya welat ji 30ê Çiriya Pêşiyê pê ve ji ber şewba Covîd-19ê wê derketina derve were qedexekirin.
Li gorî nûçeya France24ê biryara qedexeyê ya ku heta 1ê Kanûna Pêşiyê didome, bi armanca rê li ber zêdebûna hejmara nexweşan li nexweşxaneyan bigire hatiye stendin.
Macronî diyar kiriye, ku di vê pêvajoyê de wê kirêş û dibistan vekirîbin.
Li gorî daneyên worldometerê li Fransayê heta niha milyon û 235 hezar û 132 kes bi Covîd-19ê ketine û 35 hezar û 785 kes jî pê mirine.
Li Fransayê heta niha roja ku herî zêde kes bi nexweşiyê ketine Yekşema 25ê Çiriya Pêşiyê ye. Di wê rojê de 52 hezar û 10 kes bi Covîd-19ê ketine.
Li gorî daneyan li Fransayê îro 36 hezar û 437 kes bi nexweşiyê ketine û 244 kes jî pê mirine.(EKN/AY)